bab 7

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 7 Xulek  259 Dîtin

1) wextêkî hemû qisekanî xoy de gwêy qewmîda xełas kirdibû wejûr kefernaḧumê kewt.

2) û ’ebdêkî yuzbaşî ke le kin ewî xoşewîst bû, nexoş û nîzîkî mirdinê bû.

3) û ke beḧsî yesû’î bîst çend pîranî yehûdîyanî narde kin ewî û tikay lê dekird ke bê û ’ebdî wî xełas bika.

4) û ke ewan hatne kin yesû’, zor pařanewe, deyangut: «layqe ke ew çitey bo wî bikey.

5) çunke mîlletî mey xoş dewê û ew bo me kenêştî dirust kirduwe.»

6) û yesû’ degeł ewan çû. beła wextêkî ew îdî dûr le małê nebû, yuzbaşî çend dostanî nard, be wî degut: «ya řeb zeḧmet mekêşe çunke emin layq nîm ke lebin mîçî min wejûr bikewî.

7) leber eweş xomim layq ḧîsab nekird ke bême kin eto. beła qiseyekî biłê û xizmetkarî min saẍ debêtewe.

8) çunke emnîş pyawêkim le bin ḧîkmat dandiraw û ’eskeran be destî xomim heye û be yekêk dełêm, biřo û deřwa û be yekî dîke, were û dê û be ’ebdî xom ewey bike û deyka.»

9) beła wextêkî yesû’ ewey bîst le wî ’ecayb ma û wergeřa bo xełkî ke wedway wî dekewtin û kutî: be engo dełêm: «de îsra’îlîşda weha baweřêkî gewrem peyda nekirduwe.»

10) û ke nardirawan bo małê geřanewe, ew ’ebdeyan saẍ peyda kird.

11) û bû ke de řojî dîda, bo şarêkî ke na’în bang dekira, deçû û şagirdanî wî û xełkêkî zor degeł ewî deçûn.

12) û ke nîzîkî derwazey şarî bû, eweta mirduwêk debirdira bo derê, kuřî taqaney daykî xoy, û ew bêwejin bû û zor xełkî şarî degeł ewî bûn.

13) û ke řeb ewî dî, diłî bo wî sûta û be wî gut: «megryê.»

14) û hate pêşê, destî le tabutî da û hełgiran řawestan, û kutî: «ey cewan, be to dełêm hełsite!»

15) û mirduweke řast řonîşt û destî pê kird ke qisan bika û ewî be daykî xoy da.

16) û tirs hemuwanî dagirt û şukirî xułayan kird, deyangut: «pêẍemberêkî gewre lenêw me hełsitawe û xuła temaşay qewmî xoy kirduwe.»

17) û ew xeberey beḧsî wî de hemû yehûdîye û de hemû wiłatî dewrendewrda weder kewt.

18) û şagirdanî yuḧenna le hemû ew çitaney be wî xeberyan da.

19) û yuḧenna dû kes le şagirdanî xoy bang kird û nardye kin řeb deygut: «erê etoy ewey ke dê yan çawenořî yekî dîke bibîn?»

20) û ke ew pyawane hatne kin ewî kutyan: yuḧenna te’mîdder emey narduwe kin eto, dełê: «erê etoy ewey ke dê yan çawenořî yekî dîke bibîn?»

21) dew se’ateyda zoranî le nexoşîyan û derdan û řuḧanî pîs saẍ dekirdewe û be zor kwêran dîtnî bexşî.

22) û cwabî da û be wanî gut: «biřon û be yuḧenna xeber biden le ew çitaney ke dîwtane û bîstûtane: kwêran debînin, şelan degeřên, gulan pak dekirênewe, keřan debyên, mirduwan hełdestêndirênewe û be feqîran mizgênî dedrê.

23) û xozge be her kesêkî ke le min hełnangutrê.»

24) û ke nardirawanî yuḧenna řoyîn, destî pê kird ke beḧsî yuḧenna bo xełkî biłê, bo temaşakirdinî çî bo nêw çołî weder kewtin? erê qamîşêkî ke be bay debziwê?

25) beła bo dîtnî çî weder kewtin? erê pyawêkî be cilî nask deberkiraw? eweta ewaney ke be cilî be şewqet û de ’eyşda dejîn, de ’îmaretanî padşayandan.

26) beła bo dîtnî çî weder kewtin, erê pêẍemberêkî? biłê: be engo dełêm: pitrîş le pêẍemberêkî.

27) eweye ke beḧsî wî nûsrawe, eweta denêrme pêş řûy to melayketî xom, ewey ke řêk dexa řêy to, pêşî to.

28) be engo dełêm: lenêw ewladanî jinan kes le yuḧenna gewretir nîye. beła ewey ke piçûktire de padşayetî xułayda le ewî gewretre.

29) û hemû qewmî ke bîstyan û řadaran tesdîqî xułayan kird be wey ke be te’mîdî yuḧenna te’mîd kiran.

30) beła firîsyan û şer’izanan tegbîrî xułay derḧeqî xoyan betałyan kird be wey ke le wî te’mîd nekiran.

31) dena xełkî ew silsiley be çî bişubhênim û be çî deşubhên?

32) deşubhên be mindałan ke de meydananda řodenîşin û bo yektirî bang deken û dełên: bo engo zuřnaman lêda û hełnepeřîn. şînman kird û negryan.

33) çunke yuḧenna te’mîdder hatuwe. ne nanî dexwa û ne şeřab dexwatewe û engo dełên: cinnî heye.

34) kuřî însanî hatuwe, dexwa û dexwatewe û engo dełên: eweta pyawêkî zorxor û şerapxor, dostî řadaran û gunaḧkaran!

35) û ’eqłidarî le hemû mindałanî xoy tesdîq buwe.

36) û yekêk le firîsyan lêy tełeb kird ke degeł ewî nan bixiwa. we wejûr małî firîsîy kewt û leser sifrey řonîşt.

37) û eweta jinêkî gunaḧkar dew şareyda hebû û wextêkî zanî ke de małî firîsî leser sifrey řonîşt, şûşeyekî řonî bonxoşî hêna.

38) û le piştewe, le kin pêyanî wî řawesta û degrya û destî pê kird ke pêyanî wî be firmêskan teř bika. we be mûy serî xoy wişkî dekirdewe û pêyanî wî maç dekird û be řonî bonxoş çewrî dekird.

39) beła wextêkî ew firîsîyey ke ewî bang êştibû, dîtî, de xoyda qisey dekird û deygut: «ewe eger pêẍember baye, deyzanî ew jiney ke destî lê deda kêye û çilone, çunke gunaḧkare.»

40) û yesû’ cwabî da û be wî gut: «ey şem’ûn çitêkim heye ke be to biłêm.» û ew kutî: «ey mamosta biłê!»

41) «tełebkarêk dû qerizdaranî hebû. yekêk pêncised dînar qerizdar bû û ewî dîke pênca.

42) ke hîçyan nebû ke eday biken her dûkî bexşî. dena kêhe lewan, ewî pitir xoş dewê?»

43) şem’ûn cwabî da û kutî: «fikir dekem ewey ke pitrî pê bexşî.» û ew be wî gut: «řastit ḧukim kird.»

44) û ke bo jinekey wergêřa, be şem’ûnî gut: «erê ew jiney debînî? wejûr małî to kewtim. awit bo pêyanî min neda, beła ewe pêyanî min be firmêskanî teř kirduwe û be mûy xoy wişkî kirduwe.

45) maçêkit be min neda, beła ewe lew wextey ke wejûr kewtim le maçkirdinî pêyanî min řanewestawe.

46) serî min be řon çewrit nekird, beła ewe pêyanî minî be řonî bonxoş çewr kirduwe.

47) leber ewey be to dełêm: gunaḧanî zorî wî bexşirawin, çunke zorî xoş wîst. beła ewey ke kem debexşê, kem xoş dewê.

48) û be wî gut: gunaḧanî to bexşirawin.»

49) û ewaney ke degełî leser sifrey řonîştibûn destyan pê kird ke de xoyanda biłên: «ewe kêye ke gunaḧanîş debexşê?»

50) û be jinekey gut: «îmanî to, etoy xełas kirduwe, be siłametî biřo!»