bab 4

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 Xulek  240 Dîtin

1) beła yesû’ piř le řuḧulqidus le urdinî geřawe û be řuḧ de çołîda birdira.

2) û çil řojan le şeytan tecrebe dekira û dew řojanda çitêkî nexward. we ke ewan xełas bûn, birsî bû.

3) û şeytan be wî gut: «eger eto kuřî xułay, biłê be ew berdey ke bibê be nan.»

4) û yesû’ be wî cwabî da: «nûsrawe ke însan ne tenya be nan dejî beła be her qiseyekî xułay.»

5) û ke ewî birde ser kêwêkî biłind hemû padşayetanî dinyay be leḧzeyekî be wî nîşan da.

6) û şeytan be wî gut: «hemû ew ḧîkmatey û celaley ewane be to dedem, çunke be min teslîm buwe û be her kesêkî ke demewê deydem.

7) dena eger eto le pêş emin sicdey bikey, hemû î tu debê.»

8) û yesû’ cwabî da û be wî gut: «nûsrawe debê řeb xułay xot sicdey bikey û tenya be wî ’îbadet bikey.»

9) û ewî bo urşelîmî bird û leser qubbey heykelî dana û be wî gut: «eger eto kuřî xułay, xot le êre bawêje xwarê.

10) çunke nûsrawe ke be melayketanî xoy derḧeqî to emir deka ke řatbigrin.

11) û eto leser destan hełdegirin neba pêy to we berdêkî bikewê.»

12) û yesû’ cwabî da û be wî gut: «kutrawe řeb xułay xot tecrebe meke.»

13) û ke şeytan hemû tecrebey xełas kirdibû, heta wextêkî le kin ewî laçû.

14) û yesû’ be quwetî řuḧ bo celîlî geřawe. we xeberî beḧsî wî de hemû wiłatî dewrendewr weder kewt.

15) û ew de kenêştanî wanda te’lîmî deda û le hemuwan te’rîf dekira.

16) û hate nasrey le kwê ke gewre bibû û wekû ’adetî xoy de řojî şemoyda wejûr kenêştî kewt û hełsita ke bixiwênê.

17) û kitêbî eş’îya pêẍember be wî dira û ke ew kitêbey awałe kird ew cêyey peyda kird ke lewî nûsrabû.

18) «řuḧî řeb leser emne, çunke emnî mesîḧ kirduwe ke mizgênî be feqîran bidem. emnî narduwe ke be diłişkawan şefa bidem, ke azadî bo yexsîran û dîtnê bo kwêran we’iz bikem. ke zułim lêkirawan de azadî binêrim.

19) û ke sałî meqbulî řeb we’iz bikem.»

20) û kitêbekey pêçawe, day be xizmetkarî û řonîşt û çawî hemuwan de kenêştîda leser ewî dirwa bûn.

21) û destî pê kird ke be wan biłê, ewřo ew nûsîney de gwêyanû tewaw buwe.

22) û hemuwan şayedî bo wîyan deda û le qisanî řeḧim ke le zarî wî weder dekewtin ’ecayb deman. we kutyan: «erê ewe kuřî yusif nîye?»

23) û be wanî gut: «hełbete engo ew meseley be min dełên: ey ḧekîm, xot saẍ bikewe. her çî ke bîstûmane ke de kefernaḧumîda buwe lêreş de wetenî xot bike.»

24) û kutî: «řastî be engo dełêm ke hîç pêẍember de wetenî xoyda meqbûl nîye.

25) beła be řastî be engo dełêm: zor bêwejnan de îsra’îlîda hebûn de řojanî elyasda wextêkî asman sê sał û şeş mang bestira weha ke qatîyekî gewre leser hemû erzê peyda bû.

26) û elyas bo kin hîçyan nenardira bêcge bo kin bêwejnêkî de serêftî sîdunîda.

27) û zor gulan de îsra’îlda hebûn de wextî elîşi’ pêẍemberda û hîç yek lewan pak nekira bêcge le nu’man soryanî.

28) û hemuwan de kenêştîda wextêkî ewaneyan bîst piř le řiq bûn.

29) û hełistan ewyan le şarî weder xist û heta qeraẍî ew kêwey ke şarî wan leserî dirust kirabû, ewyan bird, hetakû byawêjne xwarê.

30) beła ew lenêw wan řabird û řoyî.

31) û hate xwarê bo kefernaḧumî, şarêkî celîlî û de şemoyanda ewanî te’lîm deda.

32) û le te’lîmî wî mat bûn çunke qisey wî be ḧîkmat bû.

33) û de kenêştîda pyawêk hebû ke řuḧî cinnî pîsî bû, û be dengêkî biłind qîjandî.

34) «ax çiman degeł to heye ey yesû’ nasrî, erê hatûy ke eme hîlak bikey? eto denasim ke kêy, ey muqeddesî xułay.»

35) û yesû’ heřeşey lê kird, deygut: «bêdeng be û le wî weder bikewe!» û cin ewî de nêwîda xist û le wî weder kewt û bê zerer lêy danîTeksta ne aşkira.

36) û te’ecubî kewte ser hemuwan û degeł yektirî qiseyan dekird, deyangut: «ewe çî qiseyeke? çunke be ḧîkmat û quwet leser řuḧanî pîs emir deka û dêne derê.»

37) û xeber beḧsî wî de hemû cêy wiłatî dewrendewr kewt.

38) û le kenêştî hełsita û wejûr małî şem’ûnî kewt. beła xoy şem’ûn be nobetêyekî giran kewtibû û tikayan le wî bo wî kird.

39) û leser ewî řawesta û heřeşey le nobetê kird û berî da û cêbecê hełsita û xizmetî wanî kird.

40) û ke řoj awa debû hemû ewaney ke nexoşanyan hebû be derdanî cwê cwê ewanyan hêna kin ewî û destanî leser her yek le wan dana û ewanî saẍ kirdewh.

41) û cinnanîş le zoran dehatne derê, deyanqîjand û deyangut: «eto kuřî xułay» û ke heřeşey dekird neydeyêşt ke ewan qisan biken çunke deyan zanî ke ew mesîḧe.

42) û ke řoj bû weder kewt û çû cêyekî çol û xełkî ḧewlyan bo wî deda û hatin heta kin ewî û ewyan řadegirt ke lekin ewan neřwa.

43) beła ew be wanî gut: «bo min lazme ke be şaranî dîkeş padşayetî xułay mizgênî bidem, çunke bo ewey nardirawim.»

44) û de kenêştanî celîlêda we’zî dekird.