bab 1

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 8 Xulek  524 Dîtin

1) çunke zoran destyan dirêj kirduwe be řîz dananî ḧîkayetêkî, beḧsî ew çitaney ke lenêw me tewaw bûn.

2) çilonêkî ewaney ke le hewełewe temaşakeran û xizmetkaranî kelamî bûn be me teslîmyan kirduwe.

3) emnîş ke le hewełewe hemûm be wirdî soraẍ kirduwe, mesłeḧetim dîwe ke be qa’îde bo to binûsim ey tyofîlûsî muḧteber.

4) hetakû yeqînî ew kelamey ke de wêda fêr bûy çak bizanî.

5) de řojanî hîrodîs padşay yehûdyeda, kahînêk nêwî zekerya le destey ebîya hebû û ew jinêkî bû le kiçanî harûn û nêwî êlîzabit bû.

6) û herdûk de ḧizûrî xułayda sadiq bûn û de hemû ḧukman û şerî’etanî řebda be bê ’eybî beřê deçûn.

7) û ewan ewladyan nebû çunke êlîzabit nezok bû; û herdûk de řojanî xoyanda pîr bûn.

8) û bû ke de nobey destey xoyda le ḧizûrî xułay kahînêtî dekird.

9) wekû ’adetî kahînêtî pişkî leser kewt ke wejûr heykelî řeb bikewê û buxur bisûtênê.

10) û hemû cema’etî qewmî de se’atî buxurîda le derê bûn û nwêjyan dekird.

11) û melayketî řeb le lay řastî mezbeḧî buxurî řawestaw bo wî bîndira.

12) û zekerya wextêkî ewî dî têk çû û tirs kewte serî.

13) beła melayket be wî gut: «metirse ey zekerya, çunke du’ay to qebuł kirawe û jinî to êlîzabit kuřêkî bo to dezê û nêwî wî yuḧenna bang dekirê.

14) û bo to xoşḧałî û şadyetî debê û zoran leber be weledbûnî wî keyfixoş debin.

15) çunke de ḧizûrî řebda gewre debê û şeřap û mestikeran qet naxwatewe û le zigî daykî xoşîyewe piř le řuḧulqidus debê.

16) û zoran le benî îsra’îl bo lay řeb xułay xoyan werdegêřê.

17) û ew wepêş ewey dekewê be řuḧ û quwetî elyas ke diłî baban bo lay mindałan û bê îta’etan bo ’eqłidarîy sadqan werdegêřê, ke qewmêkî ḧazir bo řeb řêk bixa.»

18) û zekerya be melayketî gut: «ewey be çî bizanim? çunke emin pîrim û jinî min de řojanî xoyda pîr buwe.»

19) melayket cwabî da û be wî gut: «emin cîbra’îlim ke le ḧizûrî xułay řadewestim û nardirawim ke degeł eto qisan bikem û ewane be to mizgênî bidem.

20) û eweta lał debî û natwanî qisan bikey heta ew řojey ke ewane debin; leber ewey ke be qisaney min ke de wextî xoyanda tewaw debin baweřit nekird.»

21) û qewmê çawenořî zekerya bûn û le me’telbûnî wî de heykelêda ’ecayb deman.

22) beła wextêkî hate derê neydetwanî degeł ewan qisan bika, û tê geyştin ke de heykelêda dîtûyekî dîbû û ew bo wan îşaretî dekird û bêdeng ma.

23) û bû ke wextêkî řojanî xizmetî wî tewaw bûn ço małî xoy.

24) û le paş ew řojane, jinî wî êlîzabit awis bû û pênc mang xoy deşardewe û deygut:

25) «řeb degeł emnî kirduwe dew řojaneda ke temaşay kird ke abřûy min lenêw xełkî hełgirê.»

26) û de mangî şeşemda cîbra’îl melayket lelay xułay nardira bo şarêkî celîlî, nêwî nasret.

27) bo kin bîkirêkî ke dezgîran bû be pyawêkî nêwî yusif le małî dawud û nêwî ew bîkirey miryem bû.

28) û ke melayket hate jûrê kin ewî kutî: «selam ’eleyk ey řeḧim pêkiraw, řeb degełte.»

29) beła leser ew qise zor şêwa û fikirî dekirdewe ke ew siławe çî curêke.

30) û melayket be wî gut: «metirse ey miryem çunke lekin xułay řeḧimit peyda kirduwe.

31) û eweta awis debî de mindałdantida û kuřêkî dezêy û nêwî wî yesû’ bang dekey.

32) ew gewre debê û kuřî te’ala bang dekirê û řeb xuła textî dawud babî wî be wî deda.

33) û leser małî ye’qub heta ebed padşayetî deka û padşayetî wî axîrî nabê.»

34) beła miryem be melayketî gut: «ewe çilon debê, çunke pyaw nanasim.»

35) û melayket cwabî da û be wî gut: «řuḧulqidus leser eto dê û quwetî te’ala sêberî leser etu dawê leber eweş ew muqedesey ke be weled debê kuřî xułay bang dekirê.

36) eweta êlîzabit xizmî to, ewîş de pîryetî xoyda be kuřêkî awis buwe û ewe mangî şeşeme bo wî ke nezok bang dekira.

37) çunke le kin xułay hîç çitêk namumkîn nabê.»

38) û miryem kutî: «eweta qerewaşî řeb, wekû qisey to wa degeł emin bibê.» û melayket le kin ewî řoyî.

39) û miryem dew řojaneda hełsita û be tałûke çû kwêstanî bo şarêkî yehûdîye.

40) û wejûr małî zekeryay kewt û le êlîzabit siławî kird.

41) û bû ke wextêkî êlîzabit siławî miryemî bîst tîfleke de mindałdanî wîda xoy heławit û êlîzabit le řuḧulqidus piř bû.

42) û be dengêkî biłind bangî kird û kutî: «mimbarekî lenêw jinan û mimbareke mîwey mindałdanî to.

43) û ewe bo min le kwê bû ke daykî řebbî min bo kin emin bê.

44) çunke eweta wextêkî dengî siławî to bo gwêyanî min geyşit tifleke de mindałdanî minda be xoşḧałî xoy heławit.

45) û xozge be ewey ke baweřî kird ke ew çitaney ke le řeb be wî kutrawin tewaw debin.»

46) û miryem kutî: «gyanî min te’rîfî řeb deka.

47) û řuḧî min le xułay xełaskerim xoşḧał buwe.

48) çunke le sûkîy qerewaşî xoy temaşay kirduwe, çunke eweta lewey paş hemû silsilan emin membarek dexwênin.

49) çunke ew saḧb quwete çitanî gewrey be min kirduwe û nêwî wî muqedese.

50) û řeḧmî wî le silsile bo silsileye leser ewaney ke le wî detirsin.

51) be baskî xoy quwetî kirduwe û tişxusanîTeksta ne aşkira de fikirî diłî xoyanda biław kirduwe.

52) saḧîb quwetanî le textan fiřê dawete xwarê û newîyanî biłind kirduwe.

53) birsyanî be çitanî çak têr kirduwe û dewłemendanî be betałî beřê kirduwe.

54) ’ebdî xoy îsra’îlî komeg kirduwe bo yadgarî řeḧmî.

55) çilonêkî be babanî me xeberî dawe, be îbrahîm û be toy wî heta abid alabidErebî

56) û miryem beqed sê mang lekin ewî ma û bo małî xoy geřawe.

57) beła we’dey êlîzabit tewaw bû ke bizê û kuřêkî za.

58) û cîranan û xizmanî wî bîstyan ke řeb řeḧmî xoy be wî zyad kirdibû û keyfixoşîyan degeł ewî dekird.

59) û bû ke de řojî heştemda hatin ke mindałekey sunnet biken û ewyan be nêwî babî xoy zekerya bang dekird.

60) û daykî wî cwabî da û kutî: «ne, beła debê yuḧenna bang bikirê.»

61) û be wîyan gut: «lenêw xizmanî to kes nîye ke be ew nêwey bang bikirê.»

62) û bo babî wî îşaretyan kird ke çî deywîst ke ew bang bikirê.

63) û textoleyekî tełeb kird û nûsî, deygut: «yuḧennaye nêwî wî» û hemûyan ’ecayb man.

64) û cêbecê zarî wî kirawe û zimanîşî û qisey dekird û şukirî xułay dekird.

65) û tirs hate ser hemû cîranî wan û hemû ew qisane de tewawî kwêstanî yehûdîyeda dekutran.

66) û hemûyan ke bîstyan de diłî xoyandana deyangut: «erê ew mindałe çî debê?» çunke destî řebbîş degeł ewî bû.

67) û zekerya babî wî piř le řuḧulqidus bû û pêẍemberyetî kird, deygut:

68) «mimbarek bê, řeb xułay îsra’îl: çunke temaşay kirduwe û fîdyey bo qewmî xoy kirduwe.

69) û şaxêkî xełasî bo me de małî dawud ’ebdî xoyda heł estanduwe.

70) çilonêkî be zarî pêẍemberanî muqedesî xoy le hewełewe qisey kirduwe.

71) xełasî le dujminanî me û le destî hemû ewaney ke eme debuẍzênin.

72) hetakû řeḧmî degeł babanî me bika û ’ehdî muqedesî xoy webîr bênê.

73) ye’nî ew swêndey ke bo îbrahîmî babî mey xward ke be me bida.

74) ke le destî dujminan xełas bibîn û bê tirs xizmetî wî bikeyn.

75) be pakî û sidaqetî le ḧizûrî wî hemû řojanî xoman.

76) û etoş ey mindał; pêẍemberî te’ala bang dekirêy, çunke le ḧizûrî řeb wepêş dekewî hetakû řêy wî ḧazir bikey.

77) hetakû zanînî xełasî be qewmî wî bidey be bexşînî gunaḧanî xoyan.

78) be sebebî diłî piř řeḧmî xułay me; ke be destî wî řojhełatin le berejûrê tûşî me buwe.

79) hetakû be ewaney ke de tarîkayî û sêberî mirdinîda řodenîşin řûnakayî bida û pêyanî me de řêy selametîda řast bika.»

80) beła ew mindałe gewre debû û de řuḧda be quwet debû û heta řojî nîşandanî wî bo îsra’îl de çołyanda bû.