bab 2

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 6 Xulek  468 Dîtin

1) û bû ke dew řojaneda ḧukmêkî weder kewt le uẍustus qeyser ke hemû dinyay nêwnûs bikirê.

2) ewe nêwnûsî hewełê bû wextêkî kîrînîwis ḧakmî sûrye bû.

3) û hemû deçûn ke nêwnûs bikirên, her kes bo şarî xoy.

4) û yusfîş weser kewt le celîlî le şarî nasrey bo yehûdye bo şarî dawud ke beyt leḧim bang dekirê, çunke ew le małî û ucaẍî dawud bû.

5) ke nêwnûs bikirê degeł miryem dezgîranî xoy ke awis bû.

6) û bû ke wextêkî ewan lewê bûn, řojan tewaw bûn ke bizê.

7) û kuřî hewełî xoy za û ewî pêçawe û de axuřêkî na çunke bo wan de karwanserada cê nebû.

8) û dew nîzîkaneda şwanan hebûn ke de deştîda bûn û şewê kêşkî mêgełî xoyan dekêşa.

9) û melayketî řeb le nakaw leknyan peyda bû û celalî řeb le dewrî wan şewqî da û be tirsêkî zor tirsan.

10) û melayket be wanî gut: «metirsên! çunke eweta xoşḧałîyekî gewre be engo mizgênî dedem ke bo hemû qewmî debê.

11) çunke ewřo bo engo xełaskerêk be weled buwe, ke řeb mesîḧe de şarî dawudda.

12) û nîşaney bo engo eweye: tîflêkî pêçraw û de axuřêkîda dandiraw peyda deken.»

13) û le nakaw ẍełebayîyek le leşkerî asmanî degeł melayket peyda bûn ke şukirî xułayan dekird û deyangut:

14) «celal bo xułay de biłindanda û leser erzê selam û le nêw xełkî řezamendî bibê.»

15) û bû ke wextêkî melayketan le kin ewaney bo asmanê çûn; şwanan be yektiryan gut: «ewêsta ba biçîn heta beyt leḧmî û ew çitey ke buwe û ke řeb be me nîşan dawe bibînîn.»

16) û be tałûke hatin û miryem û yusif û ew tîfley de axuřêda dandiraw peydayan kird.

17) û ke dîtyan xeberyan da lew qisey ke beḧsî ew mindałey be wan kutrabû.

18) û hemû ewaney ke bîstyan ’ecayb deman leser ew çitaney ke le şwanan be wan kutran.

19) beła miryem hemû ew qisaney řadegirt û de diłî xoyda fikirî dekirdewe.

20) û şwanan geřanewe be ḧemd û sena û şukirî xułay kirdin bo hemû çitanî ke dîbûyan û bîstibûyan, çilonêkî be wan kutrabû.

21) û ke heşt řojan bo sunnetkirdinî wî tewaw bûn; nêwî wî yesû’ bang kira çilonêkî le melayket bang kirabû lepêş ewey ke de mindałdanda dandira.

22) û ke řojanî pakkirdinî wan mwafqî şerî’etî mûsa tewaw bûn; ewyan birde ser bo urşelîmî, hetakû bo řeb řaybigrin.

23) çilonêkî de şerî’etî řebda nûsrawe ke her nêrîneyekî ke mindałdan bikatewe; muqeddes bo řeb bang dekirê.

24) û ke qurbanî biden wekû de şerî’etî řebda kutrawe; cûtêkî korkoranTeksta ne aşkira yan dû cucîlaney kotir.

25) û eweta de urşelîmêda pyawêk hebû, nêwî şem’ûn û ew pyawe sadiq û xułatirs bû û çawenořî diłxoşîy îsra’îl bû û řuḧulqidus leser ewî bû.

26) û le řuḧulqidus be wî xeber dirabû ke mirdinê nabînê heta mesîḧî řeb nebînê.

27) û be řuḧ bo heykelê hat û wextêkî waldeyn mindałeke yesû’yan hêna jûrê ke wekû ’adetî şerî’etî bo wî biken.

28) ewîş ewî de baweşî girt û şukirî xułay kird û kutî:

29) «ewêsta ya řeb, ’ebdî xot murexes dekey be selamî mwafqî qisey xot.

30) çunke çawanî min xełasî toyan dîwe.

31) ke de pêş řûy hemû mîlletanda ḧazirit kirduwe.

32) nûrêkî bo řûnakkirdinî tayfan û celalî qewmî xot îsra’îl.»

33) û bab û daykî wî ’ecayb deman leser ew çitaney ke beḧsî wî dekutran.

34) û şem’ûn ewanî mimbarek kird û be miryem daykî wî gut: «eweta ewe dandirawe bo kewtin û hełistanî zoran de îsra’îlda û bo nîşaneyekî ke zîd dekutrê.

35) beła de gyanî toşda şîrêk deçeqêtewe hetakû fikiranî zor diłan aşkira debin.»

36) pêẍemberêk hebû ḧenna kiçî finu’îl le êlî eşîr, ew řojanî zorî řabwardibû. ḧewt sał le bîkirêtî xoy degeł mêrdî beserî birdibû.

37) û ewêsta bêwejnêk be qed heşta û çwar sał bû ke le heykelê cwê nedebû, beła şew û řoj be řojuwan û du’ayan xizmetî dekird.

38) û ew dew se’atîda hat, şukirî xułay kird û beḧsî wî bo hemû çawenořanî xełasî de urşelîmîda qisey dekird.

39) û ke hemû çitanî mwafqî şerî’etî řeb tewawyan kirdibû bo celîlî bo nasrey, şarî xoyan geřanewe.

40) beła mindałeke zyadî dekird û be quwet debû û be ’eqił piř debû û řezay xułay leser ewî bû.

41) û walîdeynî wî hemû sał bo urşelîmî bo cêjnî fesiḧ deçûn.

42) û ke dwazde sałane bû, wekû ’adetî cêjnî bo urşelîmî weser kewtin.

43) û ke ew řojaneyan tewaw kirdibû, de geřanewey xoyanda mindałeke yesû’ de urşelîmêda ma û walîdeynî wî neyandezanî.

44) beła ke fikiryan dekird ke ew de karwandaye řêy řojêkî hatin û lenêw xizman û aşnayan bû û ḧewlyan deda.

45) û ke peydayan nekird, bo urşelîmî geřanewe û ḧewlyan bo wî deda.

46) û bû ke le paş sê řojan ewyan de heykelêda peyda kird lenêw mamostayan řonîştibû û gwêy le wan degirt û pirsyarî le wan dekird.

47) û hemû ewaney ke gwêyan lê degirt, le ’eqił û cwabanî wî ’ecayb deman.

48) û ke ewyan dî te’ecub man û daykî wî be wî gut: «ey řołe, boçî degeł eme wat kirduwe?

eweta babit û emin be xemnakî bo to ḧewlman dawe.»

49) û be wanî gut: «boçî bo min ḧewlû da? erê netandezanî ke bo min lazme ke de małî babî xomda bibim?»

50) û ewan tê negeyştin ew qisey ke be wanî gut.

51) û çû xwarê degeł ewan û hate nasrey û îta’etî wanî kird û daykî wî hemû ew qisaney de diłî xoyda řadegirt.

52) û yesû’ de ’eqłidarî û bejin û řezamendîda lekin xułay û xełkî tereqqî dekird.