bab 16

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 3 Xulek  247 Dîtin

1) û ke şemo řabirdibû miryem megdelî û miryem daykî ye’qûb û salome ’etranyan kiřî hetakû bên û çewrî biken.

2) û zor zû de řojî hewełî ḧewtiwîda hatne ser qebrî wextêkî řoj hełat.

3) û be yektiryan degut: «kê ew berdey le derkî qebrê bo me xillor dekatewe?»

4) û ke timaşayan kird dîtyan ke berdeke xillor bibuwe, çunke zor gewre bû.

5) û ke çûne nêw qebrî dîtyan ciḧêłêk le lay řastî řonîştibû û ’ebayekî sipî deber kirawe û zor tirsan.

6) beła ew be wanî gut: «metirsên, engo le yesû’ nasrî le sêdaredraw degerên. hełsitawetewe lêre nîye, eweta ew cêy ke ewyan lê dana.

7) beła biřon û be şagirdanî wî û be pîtros biłên ke wepêşû dekewê bo celîlî. lewê ewî debînin çilonêkî be engoy gut.»

8) û weder kewtin û le qebrî hełatin çunke lerz û sam ewanî girtibû. we be hîç kesyan çitêk negut, çunke tirsan.

9) û ke hełsitabû zû de řojî hewełî ḧewtûyda, hewełê bo miryem megdelî bîndira, ewey ke ḧewt cinnanî lê der kirdibû.

10) ew çû û xeberî be wan da ke degeł ewî bibûn, ke şînyan dekird û degryan.

11) û ke ewane bîstyan ke zînduwe û lewê dîtrabû, baweřyan nekird.

12) û le paş ewey be şikłêkî dîke bîndira bo dû lewan wextêkî degeřan û bo dêhatî deçûn.

13) û ewane çûn û xeberyan be wanî dîke da, beła be wanîşyan baweř nekird.

14) û le paşan bo ew yazdane boxoyan bîndira wextêkî leser sifrey řonîştibûn û serkoney bê baweřî û diłřeqî wanî kird çunke be ewanî ke ewî hełsitaw dîbûyan baweřyan nekird.

15) û be wanî gut: «biřon de hemû dinyayda û încîlî bo hemû mexluqê we’iz biken.

16) ewey ke îman bênê û te’mîd bikirê xełas debê, beła ewey ke îman nênê ḧukim leserî dekirê.

17) û ew nîşanane degeł îmanhêneran debin, be nêwî min cinnan der deken û be zimananî taze qisan deken.

18) maran hełdegirin û eger çitêkî kuşende bixonewe zerer bo wan naga. destan leser nexoşan dadenên û saẍ debnewe.»

19) dena lepaş ewey ke řeb yesû’ qisey degeł ewan kirdibû bo asmanê hełkêşra û le lay řastî xułay řonîşt.

20) beła ewan weder kewtin û de hemû cêyekîda we’zyan dekird û řeb komegî wanî dekird û kelamî îsbat dekird û bew nîşananey ke degełyan debûn.