bab 13

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 Xulek  476 Dîtin

1) û ke ew le heykelê weder dekewt yekêk le şagirdan be wî gut: «ey mamosta! temaşa bike çî berdanê û çî cur ’îmaretan.»

2) û yesû’ be wî gut: «erê debînin ew ’îmaretaney gewre? berd leser berd qet namênê ke neřuxêndirê.»

3) û ke ew leser kêwî zeytûnê beramberî heykelê řodenîşt, pîtros û ye’qûb û yuḧenna û endiryas betenê lêyan pirsî.

4) «be me biłê kengî ewane debin? we nîşaney çîye wextêkî ewane hemû tewaw debin?»

5) beła yesû’ destî pê kird ke be wan biłê: «hoşyar bin ke hîçkes engo hełnexełetênê.

6) zoran be nêwî min dên û dełên ke emnim û zoran hełdexełetênin.

7) emma wextêkî le şeřan debyên meşêwên, lazme ke bibê, beła hêşta axîrî nîye.

8) çunke mîllet leser mîllet řast debêtewe û padşayetî leser padşayetî û zilzilan de cê cêyanda debin û qatîyan debin, ewane hewełî jananin.

9) beła engo boxotan hoşyar bin, ewan engo be meclîsî keyxudayan teslîm deken û de kenêştanda dekutrên û le pêş ḧakman û padşayan řadegîrên leber xatrî min, bo şayedî leser ewan.

10) û lazme ke hewełî ew încîley bo hemû mîlletan we’iz bikirê.

11) we wextêkî ewan engo deben û teslîmû deken, xemê mexon de pêşda ke çî qisan biken, beła her çî ke be engo dew se’ateyda bidrê, ewî qisan biken, çunke engo nîn ke qisan deken beła řuḧulqiduse.

12) û bira, biray be mirdinê teslîm deka û bab ewladî û ewladan leser waldeyn řast debnewe û deyankujin.

13) û engo lekin hemû xełkî debuẍzêndirên leber nêwî min, beła ewey ke heta axîrê sebrê bika ew xiłas debê.

14) beła wextêkî naḧezî wêranî řawestaw le cêyekî ke nabê bibê debînin ewey ke deyxiwênê ba bifamê- ew wextî ewaney ke de yehûdî dan ba bo kêwan hełên.

15) ewey ke le ser banîye ba nête xwarê û neçîte jûrê ke çitêkî le małî xoy hełgirê.

16) û ewey ke de zewîdaye ba negeřête ew çitaney paşewe ke cilî xoy hełgirê.

17) emma way bo awsan û şîrderan dew řojaneda.

18) beła du’a biken ke de zistanîda nebê.

19) çunke dew řojaneda weha tenganeyek debê ke wekû ewey le hewełî xełqkirdnê ke xuła xełqî kird heta ewêsta nebuwe û qetîş nabê.

20) û eger řeb ew řojaney kurt nekirdibaye hîç gyanêk xiłas nedebû, beła leber hełbijêrawan ke hełîbjarduwe ew řojaney kurt kirduwe.

21) û ew wextî eger kesêk be engo biłê, eweta mesîḧ lêreye yan eweta lewê, baweř meken.

22) çûnke mesîḧanî dirozin û pêẍemberanî dirozin řast debnewe û nîşanan û ’ecayban deken hetakû eger mumkîn bibê, hełbijêrawanîş hełbixełetênin.

23) beła engo hoşyar bin. hemû çitim de pêşda be engo kutuwe.

24) beła dew řojaneda, le paş ew tenganey, řoj tarîk debê û mang řûnakayî xoy nada.

25) û estêran le asmanê ber debnewe û quwetan ke de asmanandan delerzin.

26) û ew wextî kuřî însanî debînin de hewranda be quwetî zor û celal dê.

27) û ew wextî melayketan denêrê û hełbijêrawanî xoy xiř dekatewe le çwar layan, le peřî erzê, heta peřî asman.

28) beła le darehencîrî ew meseley fêr bin: wextêkî likî wî taze şîredar buwe û gełay der deka, dezanin ke hawîn nîzîke.

29) her waş engo wextêkî bûnî ew çitane debînin bizanin ke nîzîke le ber derkey.

30) řastî be engo dełêm: ew silsile qet řanabrê heta ew çitane hemû debin.

31) erz û asman řadebirin, beła kelamî min qet řanabirin.

32) beła le ew řoje yan se’ate kes nazanê, ne melayketan de asmanda û ne kuř bêcge le bab.

33) hoşyar bin, be xeber bin, çunke nazanin ew we’de kengîye.

34) wekû pyawêkî sifrey małî xoy becê hêşt û be xizmetkaranî xoy ḧîkmatî da. be her yekey karî xoy û be derkewanî espard ke bexeber bê.

35) dena bexeber bin, çunke nazanin saḧîb małî, kengê dê, yan êwarey yan nîweşewê yan kełebab xwêndinê yan sibḧeynê zû.

36) neba ke wextêkî lenakaw bê, engo nûstû bibînê.

37) beła ewey ke be engo dełêm, be hemuwan dełêm: bexeber bin.»