bab 14

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 9 Xulek  228 Dîtin

1) û le paş dû řojan cêjnî fesiḧ û fetîrî bû û kahînanî gewre û xwêndewaran ḧewlyan deda çilon ewî be fêł bigirin û bîkujin.

2) çunke kutyan de cêjnîda ne, neba şêwawî lenêw qewmî bibê.

3) û wextêkî ew de beyt ’enya de małî şem’ûnî gulda bû û ke leser sifrey řonîştibû, jinêk hat ke şûşeyekî řonî nardînî xals û zor be qîmetî hebû. şûşekey şikand û be serî wîda řişt.

4) û hêndêk de xoyanda naqayl bûn û kutyan, «boçî zayey ew řoney buwe?

5) çunke mumkîn bû ke ew řone be pitir le sêsed dînar bifroşrê û be feqîran bidrê.» û bołebołyan leser ewey kird.

6) beła yesû’ kutî: «lêy geřên, boçî ewî ’aciz deken? ’emelêkî çakî bo min kirduwe.

7) çunke feqîranû hemîşe degeł xotan heye û her wextêkî ke bitanewê detwanin çakey degełyan biken, beła emnû hemîşe nîye.

8) ewey ke twanî kirdî, bedenî minî de pêşda çewr kirdewe bo naştinê.

9) řastî be engo dełêm: her cêyekî ke încîl we’iz dekirê de hemû dinyayda, xeberîş dedrê le ewey ke ew kirdî bo yadgarî wî.»

10) û yehuday êsxerîwtî yekêk lew dwazdane ço kin kahînanî gewre ke ewî be wan teslîm bika.

11) û ke ewan bîstyan xoşḧał bûn û we’deyan kird ke diraw be wî biden. we ḧewlî deda çilon ewî be furset teslîm bika.

12) û de řojî hewełî cêjnî fetîrêda ke berxî fesḧyan dekuştewe, şagirdan be wîyan gut: «bo kwê detewê ke biçîn û ḧazir bikeyn ke fesḧî bixoy?»

13) û dwanî le şagirdanî xoy nard û be wanî gut: «biřone şarî û pyawêk tûşû debê ke ceřêk aw hełdegrê, wedway wî bikewn.

14) û de her cêyekîda ke biçîte jûrê be saḧîb małî biłên ke mamosta dełê: «le kwêye ew menziłey min ke lewê degeł şagirdanî xom fesḧî bixom?

15) û ew be engo nîşan deda bałaxaneyekî gewre, feřişkiraw û ḧazir û lewê bo me ḧazir biken.»

16) û şagirdan weder kewtin û hatne nêw şarî û her wekû ew be wanî kutbû peydayan kird û fesḧyan ḧazir kird.

17) û ke êwarê bû, degeł ew dwazdane hat.

18) û ke ewan řonîştibûn û deyanxiward yesû’ kutî: «řastî be engo dełêm ke yekêk le engo, emin teslîm deka, ewey ke degeł emin dexwa.»

19) û destyan pê kird ke xemnak bibin û be wî biłên; yek yek, meger emnim?

20) beła ew be wanî gut: «yekêk lew dwazdane, ewey ke degeł emin dest de qapî dexa.

21) çunke hełbete kuřî însanî deřwa çilonêkî beḧsî wî nûsrawe; beła way bo ew kesey ke kuřî însanî be sebebî wî teslîm dekirê. bo ew kese çaktir debû eger be weled nebûbaye.»

22) û ke ewan nanyan dexward, yesû’ nanî hełgirt; mimbarekî kird, letî kird û day be wan û kutî: «wergirin, ewe bedenî mine.»

23) û pyałeyekî hełgirt, şukirî kird, day be wan û hemûyan le wîyan xwardewe.

24) û be wanî gut: «ewe xwênî mine ey ’ehdî taze, ke bo zoran deřêjêndirê.

25) řastî be engo dełêm ke îdî qet naxomewe le ḧasłî mêwî heta ew řojey ke de padşayetî xułayda ewî taze dexomewe.»

26) û ke zebûryan xwêndibû bo kêwî zeytûnî weder kewtin.

27) û yesû’ be wanî gut: «hemûtan le min hełdengutrên, çunke nûsrawe le şwanî dedem û meřan biław debin.

28) beła le paş hełistanewey min wepêş engo dekewm bo celîlê.»

29) û pîtros be wî gut: «eger hemû hełbingutrên beła emin ne.»

30) û yesû’ be wî gut: «řastî be to dełêm ke eto ewřo, dew şeweyda, le pêş ewey ke kełebab dû car bixiwênê, sê car le min ḧaşa dekey.»

31) beła ew her zor zyatir kutî: «eger bo min lazim bê ke degeł eto bimirim, qet le to ḧaşa nakem» û her waş hemû kutyan.

32) û hatne cêyekî ke nêwî gitsimanî bû û be şagirdanî xoy gut: «řonîşin lêre heta du’a bikem.»

33) û pîtros û ye’qub û yuḧennay degeł xoy hełgirt û destî pê kird be tirsan û diłtengî.

34) û be wanî gut: «gyanî min zor xemnake heta mirdinê, lêre bimênin û bexeber bin.»

35) û kemêk ço pêş û kewte ser erzê û du’ay kird ke eger mumkîn bê ew se’ate leserî řabbirê.

36) û kutî: «ya ebba babe, hemû çit bo to mumkîne. ew pyałey le min hełgire; emma ne ewey ke emin demewê, beła ewey ke eto detewê.»

37) û hat û ewanî nûstû peyda kird û be pîtrosî gut: «ey şem’ûn nûstûy? erê netdetwanî se’atêk bexeber bî?

38) be xeber bin û du’a biken hetakû de tecrebey nekewn. hełbete řuḧ řazîye, beła beden ze’îfe.»

39) û dîsan çû û du’ay kird, her ew qisey degut.

40) û ke dîsan geřawe ewanî nûstû peyda kird çunke çawî wan giran bûn. we neyandezanî çî cwab be wî biden.

41) û carî sêyem hat û be wanî gut: «ewêsta binûn û biḧesênewe. bese ew se’ate hatuwe eweta kuřî însanî be destanî gunaḧkaran teslîm dekirê.

42) hełsitin ba biřoyn, eweta ewey ke emin teslîm deka nîzîke.»

43) û cêbecê ke hêşta ew qisey dekird, yehûda, yekêk lew dwazdane hat û ẍełebayîyek degeł ewî be şîran û kutkan le lay kahînanî gewre û xwêndewaran û pîran.

44) û teslîmkerî wî nîşanêkî be wan dabû deygut: «ewey ke maçî dekem hewe, bîgirin û be hoşyarî bîben.»

45) û ke hat cêbecê wepêş kewte kin ewî û kutî; ey mamosta û ewî maç kird.

46) û ewan destanyan hawîşte ser ewî û girtyan.

47) beła yekêk le ḧazran şîrî hełkêşa û le xizmetkarî kahînî gewrey da û gwêy wî biřî.

48) û yesû’ cwabî da û be wanî gut: «wekû bo ser cerdeyekî weder kewtûn be şîran û kutkan hetakû emin bigirin.

49) her řoj degeł engo de heykelêda bûm û te’lîmim deda û emnû negirt, beła hetakû kitêban tewaw bibin, ewe buwe.»

50) û hemû ewyan becê hêşt û hełatin.

51) û ciḧêłêk wedway wî dekewt ke çarşêwêkî ketanî le bedenî řûtî xoy hałandibû û ewyan girt.

52) beła ew çarşêwî becê hêşt û be řûtî hełat.

53) û yesû’yan birde kin kahînî gewre. we hemû kahînanî gewre û pîran û xwêndewaran xiř bûnewe.

54) û pîtros le dûrewe wedway wî kewt heta jûr ḧesarî kahînî gewre û degeł xizmetkaran řonîştibû û xoy leber awrî germ dekirdewe.

55) û kahînanî gewre û hemû meclîsî keyxudayan le şayedî leser yesû’ degeřan hetakû bîkujin û wedestyan nedekewt.

56) çunke zoran şayedî be diroyan leser ewî deda û şayedîyan yek nebûn.

57) û hêndêk řast bûnewe û şayedî be diroyan leser ewî da, deyangut:

58) «eme bîstiman le ewî ke deygut: emin ew heykeley be dest dirustikiraw deřuxênim û be sê řojan yekî dîke be dest dirustinekiraw dirust dekem.»

59) û be eweş şayedî wan yek nebû.

60) û kahînî gewre hełsita nêweřastî le yesû’ pirsyarî kird deygut: «erê hîç cwab nadey? ewane leser eto çî şayedî deden?»

61) beła ew bêdeng bû û hîç cwabî neda. dîsan kahînî gewre lêy pirsî û be wî gut: «erê etoy mesîḧ kuřî ew mimbarekey?»

62) û yesû’ kutî: «emnim û engo kuřî însanî debînin ke lelay řastî quwetî řodenîşê û degeł hewranî asman dê.»

63) beła kahînî gewre cilî xoy diřî û kutî: «îdî çî îḧtyacîman be şayedî heye?

64) kifrû bîstuwe tegbîrû çîye? we ewan hemû ḧukmyan leser ewey kird ke layqî mirdinêye.»

65) û destyan pê kird, hêndêk ke tifî lê biken û ke řûy wî dabpoşin û mistî lê biden û be wî biłên pêẍemberêtî bike! we firaşanTeksta ne aşkira be zillan ewyan wergirt.

66) û ke pîtros le xwarê de ḧesarêda bû yekêk le qerwaşanî kahînî gewre hat.

67) û ke pîtrosî dî ke xoy germ dekirdewe, temaşay wî kird û kutî: «etoş degeł yesû’ nasrî bûy.»

68) beła ew ḧaşay kird deygut: «nazanim û nafamim eto dełêy çî.» û weder kewte derê de dałanîda.

69) û ke qerwaşeke ewî dî, dîsan destî pê kird ke be ḧazran biłê; ewe le wane.

70) beła ew dîsan ḧaşay kird. we le paş kemêk dîsan ḧazran be pîtrosyan gut: «beřastî eto le wanî çunke etoş celîlî.»

71) beła ew destî pê kird ke le’net bika û swênd bixiwa, ew pyawey nanasim ke engo qisey lê deken.

72) û cêbecê kełebab carî dûyem xwêndî. we pîtros ew qisey webîr hatewe çilonêkî yesû’ be wî kutbû: «le pêş ewey ke kełebab dû car bixiwênê, sê car le min ḧaşa dekey.» û ke fikirî lê kirdewe girya.