bab 12

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 6 Xulek  243 Dîtin

1) û destî pê kird ke be meselan degeł ewan qisan bika; «pyawêk řezêkî çeqand û perjînî de dewrey girt û çirzîkîTeksta ne aşkira hełqend û bircêkî lê dirust kird û ewî be řezwanan espard û seferî kird.

2) û de wextî xoyda, xizmetkarêkî narde kin řezwanan hetakû le řezwanan ḧasłî řez bistênê.

3) û ewyan girt û kutayan û be betałî nardyanewe.

4) û dîsan xizmetkarêkî dîkey narde kin ewan û ewîşyan ser şikand û bê ḧurmetyan kird.

5) û yekêkî dîkey nard û ewyan kuşt û zorî dîkey nard, hêndêkyan kuta û hêndêkyan kuşt.

6) îdî yekêkî hebû, kuřêkî xoşewîst, de axîrêda ewî narde kin ewan, deygut: «le kuřî min şermê deken.»

7) beła ew řezwanane denêw xoyanda kutyan: «ewe mîratgire, werin ba bîkujîn û mîrat î me debê.»

8) û girtyan, ewyan kuşt û le řezyan xiste derê.

9) erê saḧîbî řez çî deka? dê û ew řezwanane hîlak deka û řezî be î dîkane deda.

10) erê ew nûsîneşû nexwêndewe? ew berdey ke bennayan fiřêyan da ew bû be serî quliniçkî.

11) ewe lelay řeb buwe û le pêş çawî me ’ecaybe.»

12) û temayan bû ke ewî bigirin, beła le xełkî tirsan çunke tê geyştin ke ew meseley derḧeqî wan gut. we ewyan becê hêşt û řoyîn.

13) û hêndêk le firîsyan û le hêrodyanyan narde kin ewî ke ewî be qise bigirin.

14) û ke hatin be wîyan gut: «ey mamosta, dezanîn ke eto řastî û ke derbendî kes nî, çunke temaşay řûy xełkî nakey beła be řastî řêy xułay fêr dekey, erê diruste ke seraney be qeyserî bideyn ya ne? bîdeyn yan neydeyn?»

15) beła ew řyay wanî zanî û be wanî gut: «boçî emin tecrebe deken? dînarêk bênne kin emin ke bibînim.»

16) û ewan hênayan û be wanî gut: «ew şikil û xette î kêye» û be wîyan gut: «î qeyserê.»

17) û yesû’ be wanî gut: «çitî î qeyserê be qeyserî biden û çitî î xułay be xułay.» û le wî ’ecayb man.

18) û siduqyan hatne kin ewî, ewaney ke dełên qyamet nîye û lêyan pirsî deyangut:

19) «ey mamosta, mûsa bo mey nûsîwe eger kesêk biray bimrê û jinêk becê bêłê û ewlad becê neyêłê, ke biray wî debê ew jiney bênê û toy biray xoy hełbistênê.

20) ḧewt bira hebûn û î heweł jinêkî hêna û ke mird toy becê nehêşt.

21) û î dûyem ewî hêna û mird ke toy becê nehêşt, û her waş î sêyem.

22) û ew ḧewtane ewyan hêna û toyan becê nehêşt û axîrî hemuwan jinekeş mird.

23) de qyametêda wextêkî hełdestinewe jinî kêhe le wan debê? çunke her ḧewtan ewyan jin bibû.»

24) yesû’ be wanî gut: «meger leber ewey nîye ke xotan hełdexełetênin ke ne kitêb dezanin û ne quwetî xułay?

25) çunke wextêkî lenêw mirduwan hełdestinewe ne mare deken û ne mare dekirên. beła wekû melayketanin ke de asmandan.

26) beła beḧsî mirduwan ke hełdestinewe erê netan xwênduwe de kitêbî mûsada lekin diřûy çilon xuła qisey degeł ewî kird, deygut: «emnim xułay îbrahîm û xułay îsḧaq û xułay ye’qub?

27) ew xułay mirduwan nîye, beła î zînduwane. xotan zor hełdexełetênin.»

28) û yekêk le xwêndewaran ke mebaḧîsî wanî bîst, hate pêşê, wextêkî dîtî ke cwabî çakî be wan da, û lêy pirsî: «ḧukmî hewełî hemuwan kêheye?»

29) yesû’ cwabî da: «î heweł eweye bibye î îsra’îl, řeb xułay me, řebêkî tenyaye.

30) û debê biḧubbênî řeb xułay xot be hemû diłit û be hemû gyanit û be hemû fikirit û be hemû quwetit.

31) û î dûyem eweye: cîranî xot debê biḧubbênî wekû xot. ḧukmêkî dîke le wane gewretir nîye.»

32) û ew xwêndeware be wî gut: «çak ey mamosta, be řastit gut ke tenyaye û bêcge le wî î dîke nîye.

33) û ke ewî biḧubbênî be hemû dił û be hemû ’eqił û be hemû quwet, û ke cîran biḧubbênî wekû xoy zor pitre le hemû qurbananî sûtandinî û kuştinewey.»

34) û ke yesû’ dîtî ke be ’eqłî cwabî da, be wî gut: «le padşayetî xułay dûr nî.» û lewey paş hîçkes neydewêra ke pirsyarî lê bika.

35) û yesû’ cwabî da û kutî wextêkî te’lîmî deda de heykelêda, xwêndewaran çilon dełên ke mesîḧ kuřî dawudye?

36) dawud boxoy de řuḧulqudusda kutî: «řeb be řebbî min kutî: le lay řastî min řonîşe heta dujminanî to lebin pêyanî to dabnêm.»

37) dawud boxoy ewî be řeb bang deka, dena le kwê ew kuřî wîye? we ew xełke zore be xoşî gwêyan lê degirt.

38) û de te’lîmî xoyda kutî: «hoşyar bin le xwêndewaran ke keyfyan lêye be cilî dirêj bigeřên û pêyan xoşe siławan de meydananda.

39) û kursyanî berejûr de kenêştanda û cêyanî jûro de mîmanyanda.

40) ewaney ke małanî bêwejnan qût deden û be řyay nwêjanî dirêj deken. ewane dîwanî girantir werdegirin.»

41) û yesû’ beramber sindûqî xezêney řonîşt û temaşay dekird çilon xełkî dirawyan de xezêney dawîşt. we zor dewłemendan zoryan têdawîşt.

42) û bêwejnêkî feqîr hat û dû filûsî tê hawîşt ke pułêke.

43) û şagirdanî xoy bang kird û be wanî gut: «řastî be engo dełêm: ke ew bêwejne pitrî tê hawîşt le hemû ewaney ke de xezêneyan hawîşt.

44) çunke hemû le zyadîy xoyan tê hawîşt, beła ewe le feqîrî xoy her çî ke bûy, hemû beřêçûnî xoy tê hawîşt.»