bab 11

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 Xulek  471 Dîtin

1) û ke nîzîkî urşelîmî bûn, bo beyt fagî û beyt ’enya lekin kêwî zeytûnî, dwanî le şagirdanî xoy nard.

2) û be wanî gut: «biřone ew dêyey ke le pêştane û cêbecê ke çûne jûr ewê, caşkêkî bestiraw peyda deken ke hêşta hîçkes leser ewê řonenîştuwe. ewî bikenewe û bîhênin.

3) û eger kesêk be engo biłê: boçî ewey deken? biłên: řeb muḧtacî wîye û cêbecê deynêrîtewe êre.»

4) û çûn û ew caşkeyan peyda kird bestiraw lekin derkey le derewe leser řêy û ewyan kirdewe.

5) û hêndêk le řawestawan lewê be wanyan gut: «çî deken ke ew caşkey dekenewe?»

6) beła ewan be wanyan gut, wekû yesû’ kutbûy û lêyan geřan.

7) û ew caşkeyan hêna kin yesû’ û cilî xoyan hawîşte serî û leser ewê řonîşt.

8) û zoran cilî xoyan leser řêy řaxist beła î dîkane likan ke le zewîyanyan biřî.

9) û ewaney ke le pêşî deřoyn û ewaney ke le dway dehatin deyanqîjand ««hu si’inّaErebî» mimbarek bê ewey ke be nêwî řeb dê.

10) mimbarek bê padşayetî babî me dawud ke dê, «hu si’inّaErebî» de biłindanda.»

11) û wejûr urşelîmê û heykełê kewt û ke temaşay dewrendewr le hemû çitî kirdibû û ke êware dahat weder kewt bo beyt ’enyay degeł dwazdan.

12) û de sibḧeynêda, wextêkî weder kewtin le beyt ’enyay birsî bû.

13) û ke le dûrewe dare hencîrêkî dî ke gełay hebû, hat ke beşkim çitêkî leser ewî pêda bika. we ke hate kin ewî hîçî peyda nekird bêcge le geła çunke wextî hencîrî nebû.

14) û cwabî da û be wî gut: «lewey paş heta ebed hîç kes mîwey le to nexwa.» û şagirdanî wî bîstyan.

15) û hatne urşelîmî; û ke wejûr heykelê kewt destî pê kird ke ewaney der bika ke deyankiřî û deyanfirot de heykelêda û textanî seřřafan û kursyanî kotirfiroşanî wergêřa.

16) û neyyêşt ke kesêk qapêkî be nêw heykelêda berê.

17) û te’lîmî da û be wanî gut: «erê nenûsrawe ke małî min małî nwêj bang dekirê bo hemû tayfan? beła engo ewu kerdote eşkewtî cerdan.»

18) û kahînanî gewre û xwêndewaran bîstyan û ḧewlyan da çilon ewî hîlak biken, çunke lêy detirsan, leber ewey ke hemû xełkî le te’lîmî wî ’ecayb deman.

19) û ke êware dahat weder kewte derê le şarî.

20) û sibḧeynê zû ke řadebirdin ew dare hencîreyan dî ke le řegyewe wişk buwe.

21) û pîtroş webîrî hatewe û be wî gut: «ey řeb, bibîne ew dare hencîrey ke le’netit lê kird wişk buwe.»

22) û yesû’ cwabî da û be wanî gut: «îmanû be xułay bê.

23) řastî be engo dełêm: her kes ke bew kêwey biłê hełbigîrêy û de beḧrêda fiřê bidrêy û şikî de diłî xoyda neka beła bawer bika ke her çî ke bîłê debê, bo wî debê.

24) leber ewey be engo dełêm: her çî ke depařênewe û tełeb deken, baweř biken ke wegîrû kewtuwe û bow debê.

25) û wextêkî řadewestin û du’a deken, eger leser kesêkî çitêkû hebê bibexşin hetakû babî engoş ke de asmandaye zelanû be engo bibexşê.

26) beła eger engo nebexşin, babî engo ke de asmandaye, zelanî engoş nabexşê.»

27) û dîsan hatne urşelîmê û ke de heykelêda degeřa kahînanî gewre û xwêndewaran û pîran hatne kin ewî.

28) û be wîyan gut: «be çî ḧîkmatî ewane dekey? yan kê ew ḧîkmatey be to dawe ke ewane bikey?»

29) beła yesû’ be wanî gut: «taqe qiseyekî le engo depirsim û be min cwab biden û emnîş be engo dełêm be çî ḧîkmatêkî ewane dekem.

30) erê te’mîdî yuḧenna le asmanê bû yan le însanê? be min cwab biden.»

31) û lenêw xoyan fikiryan dekird deyangut: «eger biłêyn le asmanê, dełê: dena leber çî be wî baweřû nekird?

32) beła eger biłêyn le însanê le xełkî tirsan çunke le kin hemuwan yuḧenna beřastî pêẍember bû.»

33) û cwabyan be yesû’î da û kutyan: «nazanîn.» û yesû’ be wanî gut: «emnîş be engo nałêm be çî ḧîkmatêkî ewane dekem.»