medḧî ḧesen xan
Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
462 Dîtin
bijî şehenşehî berz û penahî yezdanî
le şewket û le şikuha xelîlî řeḧmanî
kefî sexawetî witim deryaye, dił witî laço
qyasî beḧir ekey le kef ewende nadanî?
le řastî bexşiş û ’eqiłit ke bêne endaze
le dwaye ḧatemî tayî û milukî sasanî
leber ’edałetî to da’îma piłing û gurg
le şwênî meř egeřên mał be mał le bo şwanî
şecî’ û ’alim û ’adil û sexî û melîk zade
be jîrî asefî, emma be cê û řêga silêmanî
hewr beser serî toda hemîşe wek tace
le mu’cîzey nebîye bûy be fexrî şahanî
eger be qa’îdey pêẍemberî swarê bibê
eto debûy sîfet şehsiwarî suranî
eger be debdey xusrewane swar bî
dyare natbî le şîrîn swarya «sanîErebî»
emane bo hunerî şa’îrîn xalîdNasnava edebî
egîna dyare le ’alem ke to mîhrî tabanî