ey mangî kelwî piř şeřefî serwerî

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  302 Dîtin
ey mangî kelwî piř şeřefî serwerî
wey gewherî durcî «sedef»y dulberî
řojî, le asman «pexşî» cemal û kemal
taze gułî gułbenî pêẍemberî
deske wenewşey geşî baxî diłim
bonî le ’etrî gułî guł’enberî
hatbû lafî eme lêda bexêr
wek xetê binwênî sewzî û teřî
daxêkî wam nawe beser řûyewe
ye’nî ẍulamî bê, be firmanberî
êste serî şoře be şermendeyî
bestoyete pişt kemerî çakirî
tobeye îtir ke minîş hem nełêy
bestezubane le ziban awerî
xalîdNasnava edebîy diłdade epařêtewe
curmî bibexşe û le xetay têpeřî