gyan berew pîrî şîfay canan eçê

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  326 Dîtin
gyan berew pîrî şîfay canan eçê
tînuwe bo lay awekey zînduwan eçê
bulbulî bestey qefes řisgarî bû
bo geřanî gułşen û bêstan eçê
şemşemekwêreş ke xoy gîv kirduwe
seyre bo lay řojî řûn mîwan eçê
damenî yarim le dest derçû kewa
xwênî çawim ta wekû daman eçê
çon le dewrî ew tesellam dê be sebir
leş eger netwanê biřwa, gyan eçê
çakî xalîdNasnava edebî piř le le’le wek yemen
bo bedexşan řûbeřûy saman eçê