şinoy neş’ey nîşaney şe’ne wa bo min le kohsar dê

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 8 Xulek  690 Dîtin
şinoy neş’ey nîşaney şe’ne wa bo min le kohsar dê
legeł bay berbeyana bom derkewt ke boy yar dê
hemû êşî diłî řêşim ewa bew xake sařêş bû
xudaye em dewaye çon le boyî mişkî tatar dê
be mangî yekşewey cejnî wîsałî dost eşubhênim
le řêma nawbenaw şwênî simêkî peykî řehwar dê
le cêyêkî nedîwî wa ke nazanim çi şwênêke
demadem bonî xoşî diłkeşî dukanî ’etar dê
nîşaney řoj û şew gum bû cîhan yeksane řûnake
emende dwabedway yek piřtewî piřtawî enwar dê
bełê em şwêne cê cîlwey yekêkî wa biłind cêye
xeyałî ’eksî wêney, key le dest teswîrî efkar dê
eger pêyek beser xaka binê û biřwa le şwên pêy ew
heta řojî ḧeşir lew xake bonî xoşî gułzar dê
eger tozê le tozî pêy bikate çawî nabîna
îtir ew çawe zor tîjtir le çawî ehlî ebsar dê
be carê serwî azad ebne bendey serwî bałay ew
le hengamê ke hengawî xeramî terzî řeftar dê
tinokî sûrî firmêskim «niqêmErebî»y morî cemşîde
le şewqî le’lî ałî ew le nawî çawî xwênbar dê
diłe wişyar be nawî piřtewî ḧusnî ezel lêre
tecellî dem bedem bo hemdemî qelbêkî wişyar dê
ewey hîwam nebû bête xewum bom hat be bêdarî
temaşaken çi feyzêke le sayey bextî bêdar dê
erê řazî nîhan takey legeł bay ber beyan xalîd
be kurdî bênî xakî eḧmedî muxtare car car dê
emînî «lîy me’e alilhErebî» meḧremî esrarî «مەا ئەەûْḧeyErebî»
heta ḧez key berew jûrtir le quwey hoş û pendar dê
şehî textî «le’emْrukErebî» şaswarî saḧeyî «lewْلاەکErebî»
sirûdî piř dirûdî ta ebed lay řêy dadar dê
be pê maçkirdinî em ferşe be ser ’erşa birew dênê
be çi řûyêkewe lem kare bo bêkare înkar dê
le eywanî celalî ew be şanazî be her lada
seday dûrkewnewe, laçin, le dewrî dar û dîwar dê
çi eywanê kemtir pasewanî astanî ew
eger bêtu biłêyn şay řûy zemîn toy ew lelay ’ar dê
leber pêy payeya şabazî fîkiret ta kenarî ’erş
ke nagate meram, mandû ebê, xwênî le «minqar» dê
eger lem řêyeda çiqłî ’înadan hełçeqête pêm
çi bakme?! gułweçin diřkî gułî key la be azar dê
eger destim kewê tayê le tarî tuřřeyî mwî ew
îtir hergîz le lay min key xeyałî mişkî tatar dê
çi şahêke kewa nayête řuştey wesfî ew herçend
le gencî ’erşî e’zem gerçî her cê duřřê şehwar dê
senay ew lay xîred hênd qurse boy nayête cê hergîz
pena bexwa çi karî wa le dest efkarî efkar dê
eguncê çerx biçête daneyî xaşxaşewe emma
le kwê medḧî le quwey řiştey teqrîr û guftar dê
kesê herdû cîhan şabaşî ew bû bê be serberzî
îtir derbarey ew zate çon e’bîrî serdar dê
le esrarî derûnî, cubre’îl damawe nazanê
eger bo şeqqî sedrî safî ew, lay xwawe sed car dê
ewend řêy dûrî ke’be tey meke ḧacî be bêhude
ke «beyْtî alilhErebî» ewa xoy bo tewafî qelbî diłdar dê
kerîmêke le sayey ew, wicudî «fa’iz alcudErebî»e
le derya duř, le berd gewher derêtu, guł le naw xar dê
demadem lêwî ẍunçe pêkenînî dête dem gahê
le ḧusnî xulqî ew bayê, şinoyêkî le gułzar dê
eger meylêkî ew řû bikate to etwanî řistigar bî
ke lem gerdin firazane le řojêk nałeyî zar dê
le tawana dû let bû mang ke ew engustî bo řahêşt
le feyzî awî destinwêjî le deşta dengî řubar dê
be sewday mûy serî hewday teşbîhim le dest derçû
be ne’tî key kemalî ḧusnî! ta eş’ar û eş’ar dê
le řastî aferînî aferîn badî hewayêke
meger gyan’aferîn her xoy le ’ehdî aferînkar dê
newek her askî seḧrayî kewa hate zuban bo ew
le singî sengewe bo mu’cîzatî bangî îqrar dê
be çawquçandêk çû hatewe lew řêge dûrey wa
lelay peykî xîred lêkdanewey ew řêye dîşwar dê
firîştey asman ta «sîdْreةErebî» řîzyan best leser řêyda
be xoşî xoşî mizgênyan eda teşrîfî muxtar dê
le řastî muşterî, xurşîdî řûy tîşkêkî xoy derxa
mehî ken’an be neqdî gyanî, bo bazařî, bazař dê
le derdî dûrya dar hate nałe û to keçî namrî
eger to merdî naçar lem jîyaney dway ewut ’ar dê
bebê nîsbet eşubhênin qed û řûy ew be seru û guł
ewî erbabî zewq û nezme em nezmey lela xwar dê
biłê řoj piřtewêkî řûy ewe řûnakî enwênî
biłêy guł areqî řûy ew tinokêkî le řuxsar dê
tecellî ewbû, kewte ser dirextî wadîy eymen
beçawlêkerîye «musaKes» wa le tura xwastî dîdar dê
ẍirurî qedrî ew bû bayezîdî narde ser dozex
le dem mensûKesrwe bangî «ئەەنەا alْḧeqErebî» wa leser dar dê
eme watey be fa’dew kurte lam bo hêzî bazûy ew
le perdey «qułe feqyane»y ewa be destî qehar dê
le dest destî sexay ew hewr eger bigrî û bigirmênê
kefî destî le «cud»a sed hezar gałtey be řûbar dê
le bîřî ew eger beř qetreyêkî berkewê carê
le wişkîda be wişkî qułzum û deryayî zexxar dê
le twêy ew sînge pakey ew be zaxawî «ئەەلەمْ neşْreḧْErebî»
wekû kanî guher, ya zîw û zeř gencîne esrar dê
eger piştyan bewe qayîm nebê ew pêşewayane
le meḧşerda hemû pêẍmiberan tirsyan leser, bar dê
bewe namusî ekber, ekbere! ẍaşyey ewî hełgirt
beser xêłî firîşteyşa bełê bem nîkte salar dê
gelê lem payeye bałatre wesfî bełam çîbkem?
eger zyatir biłêm bo na’ehil, sermayey înkar dê
le bezmî qudsyanda katê te’rîfî beşer dekirê
lepêşana muhacîr, dway ewan tewsîfî ensar dê
le bêşey şêrî duşmin şikênî û merdî û azayî
ke bidwêyn şîmeyî pêẍembere ne’tî be tomar dê
le bexşînda biłê şermendeyît bo mayewe ḧatem!!
ke katê nawî ew gerdin firazane be guftar dê
newek wek pêşřewî azadekan serdefterî îman
ke nawî hate naw serqafłey destey keremkar dê
sedîqî serwer û siddîqî ekber bwî le qur’anda
senay «سەانییە asْneyْnî îyzْ هûمەا fîy alْغەارErebî» le dadar dê
firîşte konepoşî ḧurmetî xerqey şiřî ew bûn
bewe mujdey řezay xwayî le şe’nî ew sizawar dê
demî marî be pêy xoy best mebada jarî bo yar bê
mepundar! yarî yarî wa le dest her tîreyî yar dê
meger kîşweristênê, tac bexşê, xerqe peşmînê
ke ’edil û ’ezim û řezim û cezmî wa tenha le qehar dê
le dest ew řadeken «dêw», mîslî mêşûle bedem bawe
eme lew dê!! egîne kirdewey wa çon le deyyar dê
le ’ilîm û ḧilîm û ’eqił û feził û ’îrfan û kemałatî
’eqił sergeşteye, gerd û xulî zortir le peřgar dê
le herdû ser kewa herdû sera seryan le řêdaye
delîlî bextyarî dyare her bo yarî muxtar dê
îtir to dastanî řostemî destan lenaw derke
le kořêka ke nawî peykerî peykarî «kirّarErebî» dê
eger cêy řewge askî nawkî mişkîn nîye bo çî!
le xakî pakî řêgey bonî xoşî mîskî tatar dê
le toy em xakeda hênde şehîdî ’eşqî nêjrawe
weku lale be xwênî sûrewe cergî birîndar dê
le cêy tuřrey xetî, mîşkî xeta wîstin, xetayêke
ke em dermanî mane bo nexoş û ew be azar dê
kemêkî cezbey ’îşqî «piřîşkêke» esûtênê
nyaz bo bêdłane û naz hemû katê le diłdar dê
ḧekîm, dił kwêr bû wa me’nay nezanîbu besehwa çû
ke em wasîteya, lay ew le dewrî çerxî «dewwar» dê