bê dîdenî řût ’aşiqî to xane xerabe

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  280 Dîtin
bê dîdenî řût ’aşiqî to xane xerabe
sebrî le diła cîweye, ya neqşî «bir abFarsî»e
wîstim ke binûm bêyte xewm xawe xeber lêm
xew nayete lam dîdeyî bextim ke be xwabe
dwê şew be nîgat mest bûm û badem nedewîst wa
xwênî ciger îmşew meye, ẍem camî şeřabe
bom řê kewê ew lêwe kewa le’lî şeřabe
dił meste çi derbestî ney û çeng û řubabe
xalîdNasnava edebî, eger ew ’umre giranmaye le dest çû
bo çî degrî qa’îdeyî ’umir zîhabe