giřî kurey diłî min hênd be tabe îmşew

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  356 Dîtin
giřî kurey diłî min hênd be tabe îmşew
sebir û aramî lela nexşî ser abe îmşew
be heway swêrî lêw û meyî dîdeyî towe
dił lebatî meze wa ’eynî kebabe îmşew
gułî řûy to ke le çawî mina nexşî best
awî çawim detkê ’eynî gułabe îmşew
řûy zemîn pakî le lafawî siruşkim piř buwe
małî xoyşim weha bew seyle xerabe îmşew
xom xewm nayête çaw takû be xew bitbînim
keçî bextî keçim çawî be xwabe îmşew
hênde tînûm be tinokêkî zułałî lêwî to
hemû me’mûre le lam, mewcî serabe îmşew
be xeyałî nîgehî dîdeyî mest û xałit
ew çi derbestî meyî û yadeyî nabe îmşew