kam baregaye, berzî legeł ’erş berambere

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 4 Xulek  344 Dîtin
kam baregaye, berzî legeł ’erş berambere
lew nûrî gumezewe hemû ’alem munewwere
řoj morey tawłeyêke le şewqî qubbey zeřî
lay texte nerdî çerxî çwarem le şeşdere
’eksî «guł ateşînî» ew derkewtuwe bewe
ser berdekanî şwênî xilîskî semendere
«ne’man» xecałete le nimûney xewerneqî
kîsra be kesrî taqî diłîşî mukessere
bo xakî řê ke kewşî mîwan dabnêyn be řêz
derganekey be řêz sefî xaqan û qeysere
em baregeye cê sîřřî serdarî ewlya
ya «خûابگاە»y nûrî dû dîdey pêẍembere
bigre le řojhełatewe ta xorinşîn be řîz
em zate feyzî bo ser hemuwan be sêbere
řewzey řezaye êre ke furzendî kazme
taze gułêkî geş le gułistanî ce’fere
serwî sehî le gułşenî sułtanî enbya
nobawey ḧedîqey zehra û ḧeydere
nagate qafî qudretî sîmurẍî ’eqłî kes
key ke’be şwênî fiřîn û fiřey bałî kotre
em xake cîsmî pakî ewî wa le baweşa
wa boy lwawe fexrî leser çerxî exzere
sîřřê le «ehlî» batînewe aşkira debê
têkřa hemûy le sûçî diłî pakya muzmere
em şewqî řoje nûrî cemalî ewe bełê
waye ceza mwafîqî îḧsan muqerrere
herçî le dû cîhane ke kemerbestey ewe
lay nenge pêy biłêyn eme şay ḧewt kîşwere
ḧacî, eçîte kwê? werewe meşhedê kewa
em şwêne weqfeyekî weku ḧecî ekbere
bê zulmet awî «xizirKes»y le derga bixorewe
gencêkî waye ḧesretî gyanî sikendere
ey za’îrîne lêre be hêwaşî pê binên
ferşî zewî le bałî melek piř le şapeře
kakołî bestuwe be gesk xadmî beheşt
ẍafił nîye hemîşe le małînî em dere
şaha, sitayşit be zuban û be ’eqłî min
nabêjrê ew senaye le ’eqiłim biłinditre
bêt û gedayekî wekû min wesfî to bika
wek miştumałî ayîney mîhrî enwere
gyane, be şahî mesned «lulakErebî» ke nawî ew
bo ser serî nebî «ewlu al’izimErebî» efsere
înca be ḧeqqî ew kese te’rîxî řojgar
babî le defterî hunerî babî xeybere
înca be nûrî ’îsmetî ew nawe namîye
qufłî zuban û ḧîretî ’eqłî hunerwere
înca be sozî sîney jar çeştuwekey kewa
êstaş be şîn û matemî çawî cîhan teře
înca be xwênî naheqî sułtanî kerbela
te’rîxî em cîhane be xwênawî eḧmere
îtir be hoy ewey ke le beḧrî menaqîbî
înşayî bufîras le tinokêkî kemtire
îtir be řuḧî eqdesî baqiř ke naw diłî
xezney xudaye piř le duřřî sîřiř û gewhere
îtir be ḧeqqî musay kazim ke nawî ew
lay xuwa le řêzî merdî pesendî sebtî deftere
îtir be nûrî tel’etî to katê derkewê
mîḧrabî mangî çwarde û şemsî xawere
îtir be teqyey teqî û pakî neqî
înca be ’eskerî ke hemû cîsmî cewhere
înca be ’edlî ew şehe wa dadî ḧukmî ew
bo berxî korpe, gurg be cigersozî, madere
řuḧmê be xalîdNasnava edebît bike wek bîy kenarî aw
lerzanî tirsî zemzemey řojî meḧşere
to padşay dadgerî û ew geday hejar
meẍłubî dêwî serkeş û nefsî sitemgere
to sayedarî lutif û ewîş be zarî ’efû
destêkî bigre û řaykêşe bifermû: kuře were
na’ehilim û sizay ewenîm řû bikeyte min
çak û xirap le lay keremî to berambere
peykê binêre bo minî bê xan û man be hînd
bo lay ewey ke xakî derî mîşkî ezfere
dêwî merîd le pêş nezerî her murîdî ew
mêşûleyeke mu’eřřezî bayekî sersere
serqafłey qetarî terîqî hîdayete
agay le sîřřî bendegî ḧeyî ekbere
asûde were řew bike le ser menzilî beqa
bo memleketî serûy ḧeremî qudsî řehbere
çawim le çawî piř fenî ew, řeḧmetî ewê
min muflîsim nîgahî ewîş kîmyagere
yaxud misî şiksitem û hîwam heye be ew
bimka be zêř ke mis be nîgay ew hemûy zeře