be goçanî qeza bişkê xudaye destî goçanim

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  347 Dîtin
be goçanî qeza bişkê xudaye destî goçanim
ke girj bû mangî nuxşey ebroyî xurşîdî tabanim
le kwê sewday řeşî goçan û gobazîm leser dabû
eger qullabî lutfî ew destî berdabê le damanim
dił û gyanim le ser destime kewa lew xwêneda bîdem
be ummîdî qibuł, gewher eřêjî çawî giryanim
beçî xwênî birînî ew biroyey ew be min edrê
ke xercî herdû ’alem xwên behay mûyêkî nazanim
le ser perřey gułî nesrîn, gułałe wa tika, boye
wekû ẍunçe, diłim xwêne, diřa wek guł girîbanim
bexwênî sûr şebeq derkewt le nawçawanî ew xalîdNasnava edebî!
buwe qamî qyamet, to heta key mawî, ḧeyranim