xalîd were îtir seferî xot ke temam

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  373 Dîtin
xalîd were îtir seferî xot ke temam
řewzey řeza maç ke be îḧtiram
gîra diłim le ’ew’ewî puçî řafzî
wa çake bar kem û bewe derçim le naw ’ewam
cêy ehlî dîne, tya nîye bîd’et, serayî tus?!
řûm kirde astaney piř nûrî pîrî cam
la nademe huřat û îtir naçme qendehar
meqsûdî min ke xase çi karim heye be ’am
şam û mekke girêy le diłî min nekirdewe
bo hînd eçim, seferî xom ekem be ’am
wa çake xom fiřêdeme lay ḧezretî «’elî»
«daru alsّelamhErebî» řewzey, eme menzilî selam
’umirim le bendeyî em û ew da be hîçe
îtir bese lewê ebme bende û ẍulam
xalîdNasnava edebî! ezanî kes be qise nebwete pyaw
to kirdewet bê, were lade le fikirî xam