emende zore sewday dił eger nûsînî bitwanim

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  428 Dîtin
emende zore sewday dił eger nûsînî bitwanim
dûsed mecnûn beser meşqî cinûn dêne debustanim
eger bêtû le tarîkî diłim hendêkî lê derxem
eçête ber hetaw, wa şemşemekwêre hênd betawanim
ledawî deylemî xoyekî załimda giriftarim
dił û dînmî becarê birduwe eyşiłê musłimanim
ewend serşêtî ḧusnî ew buwe dił, nazanim çibkem
demê wek guł be xendem, gahê wek bulbul be efẍanim
leber bedxuyî ew zor car peşêmanim le gyan bexşîn
ke eybînim le tawa lew peşîmanîye peşîmanim
xeyałî feylesufîm kird be peykî pirsyar hêşta
nîşanêkî diłî gum bûm nekewte dest û nazanim
le mîḧrabî hîlalî ebroya xom der dexem xalîdNasnava edebî!
ke bełkû tîrî ẍemzey bimkujê têbgem ke qurbanim