mang û řoj her dû le tawî şewqî řuxsarit xecel

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  395 Dîtin
mang û řoj her dû le tawî şewqî řuxsarit xecel
le’il û yaqutîş le tamî lêw û guftarit xecel
askî çînî û ẍunçeyî fîrdews û tawwisî çemen
wa perêz mawun le lar û lenc û řeftarit xecel
mîrî sûr piř bû le şêt û zincîrî pê nawê îtir
herçî eybînî le dawî zulfî tuřdarit xecel
pêm wit û wîstim legeł mang řûbeřûy řûy ew bikem
pêy witim laço û biřo û nabî le guftarit xecel
tu were seyrî wenewşe çon le dewrî guł, řwa
baxewan, ta xot bibînî, çun le gułzarit xecel
boç nemirdim êste mawim çunkû lew dûr kewtimewe
hênd gunehkarim be dîdarit le dîdarit xecel
bes binałêne le dewrî dûrya xalîdNasnava edebî! bese
herçî etbînê le sozî nałeyî zarit xecel