wa dîsan dił, bote na’îrey efruzî fîřaq

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  560 Dîtin
wa dîsan dił, bote na’îrey efruzî fîřaq
çon bidem şerḧî ẍem û mîḧnetî gyan sozî fîřaq
xew le çaw, sebir le dił, hêz le beden koçyan kird
quř beser min ke çilon bîbemeser řojî fîřaq
be hîway wesłewe hînd ẍerqî fîraqim şew û řoj
tîrî mujgane le lam nawekî diłdozî fîřaq
dûrî xistomewe lew cennetî dîdare be fêł
ah lem negbeteyey mes’ele’amozî fîřaq
wesłî to ’umrî mine terkî hîway lê nakem
xermenî hestim bisûtênî giřî sozî fîřaq
řojî tare, diłî sûtawe le durît xalîdNasnava edebî!
şewî yeldaye le lay ẍuřreyî newrozî fîřaq