wa dîsan kewte diłim daxî nîgarê «kih mipirs»

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  376 Dîtin
wa dîsan kewte diłim daxî nîgarê «kih mipirsFarsî»
lale zarêke piřî lale ’uzarê «kih mipirsFarsî»
gyan ewa kewtote dest nêçîrewanêkî qeşeng
dił ke besrawe be samotey swarê «kih mipirsFarsî»
ta tep û tozî beła geywete dawênî qemer
xettî yarim le diła kirdye ẍubarê «kih mipirsFarsî»
ta wekû kewte sefer hełderjê firmêskî «ew»
xwênî dił wa detkê be qetarê «kih mipirsFarsî»
namewê meykede, ba pêwedrê dergakey
çunku lew dîdewe kewtime xumarê «kih mipirsFarsî»
boye bo bulbulî sewdazede, giryanim dê
dûr le guł kewtome naw naley zarê «kih mipirsFarsî»
ta gulistan le neway bulbulewe xałî bû
hełçeqîwe le diłim neşterî xarê «kih mipirsFarsî»
duřřî menzume û mirwarî firmêskî «xalîdNasnava edebî»
xistye yek, kirdye şabaş û nîsarê «kih mipirsFarsî»