wa dîsan kewte diłim daxî nîgarê «kih mipirs»

From the Book:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  374 views
wa dîsan kewte diłim daxî nîgarê «kih mipirsPersian»
lale zarêke piřî lale ’uzarê «kih mipirsPersian»
gyan ewa kewtote dest nêçîrewanêkî qeşeng
dił ke besrawe be samotey swarê «kih mipirsPersian»
ta tep û tozî beła geywete dawênî qemer
xettî yarim le diła kirdye ẍubarê «kih mipirsPersian»
ta wekû kewte sefer hełderjê firmêskî «ew»
xwênî dił wa detkê be qetarê «kih mipirsPersian»
namewê meykede, ba pêwedrê dergakey
çunku lew dîdewe kewtime xumarê «kih mipirsPersian»
boye bo bulbulî sewdazede, giryanim dê
dûr le guł kewtome naw naley zarê «kih mipirsPersian»
ta gulistan le neway bulbulewe xałî bû
hełçeqîwe le diłim neşterî xarê «kih mipirsPersian»
duřřî menzume û mirwarî firmêskî «xalîdPen name»
xistye yek, kirdye şabaş û nîsarê «kih mipirsPersian»