nahumêdî zîndeganî û ’umrî berbad ey derîẍ!

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  379 Dîtin
nahumêdî zîndeganî û ’umrî berbad ey derîẍ!
řojim awa bû beyanîm nayete yad ey derîẍ
her deme xiştî leser ba, dadenêm xanû bikem
qesrî e’malim tepîwe û sist bunyad ey derîẍ
her dełêm: xwa ’efûy la xoşe bewe lêm xoş ebê
kirdewe û tołey gunahim nayete yad ey derîẍ
arezûy gencî cîhan û dewłetî napayedar
bo qyamet hêştimyewe bê aw û bê zad ey derîẍ
bo gunah aza û dilêr û çakeyêkî xom nedî
leş giranbar û derun piř xar û naşad ey derîẍ
řêgekem barîk û şew tarîk û hawřêm dêwî nefis
kes nîye lew řêye bê, bê dad û firyad ey derîẍ
ḧerfî çakey tya nîye namem le dîwanî xuda
xalîdNasnava edebîy alûde, dyare, nabê azad ey derîẍ