tawî hatawî twandewe ta hat be tabî řux

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  432 Dîtin
tawî hatawî twandewe ta hat be tabî řux
arayşî xudaye legeł mîşkî nabî řux
bem řoje řûne boçî le min řû eşaryewe
key nêweřoyê şardyewe aftabî řux
řoj bew cemał û hey’etewe şerim eka le řût
boye be şew le tarêkî ebestî nîqabî řux
meftunî awřêktim çawit meşarewe
min şêtî mangî řûtim û laybe seḧabî řux
«xalîdNasnava edebî» eger gułê be gułî řût nizîk bixa
guł ’areqî xecałet ekate gułabî řux