ey le dewrî lêwî le’ilit taze eyyamî mesîḧ

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  885 Dîtin
ey le dewrî lêwî le’ilit taze eyyamî mesîḧ
bew henasey toye êstaş zînduwe namî mesîḧ
’alem û adem esîrî xettî sewzî tazete
nek be tenha sîlsîley musaye, ya damî mesîḧ
key degeyye asman û wa le ḧurmetda ema
ger hîway ayînî toy nebwaye encamî mesîḧ
nawî bê bawkî eger nebwaye wek to key debû?
em zemîn û asmane serbeser řamî mesîḧ
«xalîdNasnava edebî» sa toyş «ticirdErebî» ke le dunya, seyrê ke
bew lîqaye, asmane şwênî aramî mesîḧ