řeq hełatim

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  1950 Dîtin
min le daxî xizmî xwêřî û aşnay eḧmeq hełatim
min le tirsî zaq û zûqî emnyey çaw zeq hełatim
kwa bexoşî xom becê dêłim wiłatî xoşewîstim?
min le tirsî zille û batûm û dar û şeq hełatim
her bepêyan û bekomekome geyme em wiłate
řenge pêt wabê beswarî mayenî gwê leq hełatim
«nokerî bêgane nakem» hate cê fermayşî xom
wa le birsan û leber bê bergî îmřo řeq hełatim