germeşîn

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 2 Xulek  1758 Dîtin
bo şehîdêkî ke gewzîwe lenêw xwên degrîm
bo hevałêkî ke çû bê ser û bê şwên degrîm
bo hemû pîr û cwanêkî leser kurdistan
çûne bin darê bebê wey ke bişliwên degrîm
bo kuřêkî nebezîwî ke le sengerda mird
nek be serşořî û bêşermî leser nwên, degrîm
maç dekem ew meçekaney be kelebçe dêşin
bow seraney begrêy qemçî degrwên degrîm
gencî kurdî wekû gencîne le herdî xistin
dujminim, takû nezanim hemû le kwên, degrîm
şořejin serbequř û gewrekçîş mil bekwên
ta bimênê serî bequř û milî bekwên degrîm
bo jinêkî ke leser termî kuřî taqaney
şîn deka, cerg û diłî let let û twê twên, degrîm
dûr le azadî le zîndanî řeş û bogenda
bo kesanêkî dejîn çiłkin û dijwên degrîm
bûkî kost kewtû debînim le pejarey zawa
serî kułmanî dełêy zerdeyî ser swên, degrîm
bo pena sîle û bin gîşe û cê jwanî çoł
bo giřawî û kuře ḧeyranî ke lêk cwên degrîm
bo wiłatêkî befirmêsk û bexwên dêrabê
min ke seyranî der û deştî dekem, xwên degrîm
ta wekû mułge û pêşêlî supay dujmin bê
kêłge piř pîtekem û bendenî bijwên, degrîm
ta gułałey geşî bonxoşî tiropkî kwêstan
begřî mûşekî bêgane biprwên, degrîm
besyetî dûberekî û milhuřî û lasarî
ta birayane hemû pêkewe nedwên, degrîm
demewê řêgey řizgarî text bikirê dena
takû niskoye berin, takû hełengiwên degrîm
ta kirêkar û fela, řenicber û řoşnibîr
dest le yek negirin û pyawane nebziwên degrîm
ta le jêr řeşbełekî kîj û kuřî řiq hestaw
cendekî dujminî bedkare nepestiwên degrîm
takû bo tołey ew řołe şehîdaney kurd
xencerî řołey aza hemû neswên degrîm
ta bedasî desî ew pałe bekarey kurdî
diřk û dałî sereřê giştî nedrwên degrîm
takû nesřêtewe firmêskî hetîwbarî hejar
ta hetîw lêwî wekû xunçe nepşikiwên, degrîm
ta bedestî perîy azadî leser gořî şehîd
gułe şillêre legişt layekî neřwên degrîm