řeq hełatim
From the Book:
            Tarîk û Řûn
        By:
                Hemin Mukriyani (1921-1986)
        
             1 minutes
             3575 views
        
        
    min le daxî xizmî xwêřî û aşnay eḧmeq hełatim
min le tirsî zaq û zûqî emnyey çaw zeq hełatim
kwa be xoşî xom becê dêłim wiłatî xoşewîstim?
min le tirsî zille û batûm û dar û şeq hełatim
her be pêyan û be komekome geyme em wiłate
řenge pêt wabê be swarî mayenî gwê leq hełatim
«nokerî bêgane nakem» hate cê fermayşî xom
wa le birsan û leber bê bergî îmřo řeq hełatim