nasorî teşena

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  3878 views
were meygêř demewê ewşo xemî dił kem kem
lûzewm berde serê namewê cur’ey kem kem
teşena botewe nasorî derûnim dîsan
zamî kone û bemeyî konî debê mełhem kem
miştumałî dewê awêneyî jengawî xeyał
mest û gêjim ke, heta gałe becamî cem kem
êste bo çarî xemim goşeyî meyxaneye cêm
min ke řojêk demewîst mîlletekem bê xem kem
ta neřûxawe, biła piř bê le xoşî û mestî
taze pêy nawê emin hodeyî xom meḧkem kem
çon nebem bo mey û meyxane pena tê geyîwim
lew wiłate hemû şit zore, benî adem kem
pîr û zurhanim û êstaş diłekem her deyewê
ser û małim befîday xał û xet û perçem kem
dastanî mem û zîn kone, kiçêkim gereke
şilkeřanî biguşim bonî le sîng û mem kem
min le cwanî degeřêm, têpeře zistanî dizêw
kiç ke řûm nadenê, ba seyrî guł û şewnem kem
şeřebaye le çyakan û hewa tûşe dena
wekû şêtan demewîst řû le çyay estem kem