dastanî darepîre

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 5 Xulek  712 Dîtin
hebû nebû... sałanî zû
leser yałî berzî mêjû
pîredarêk besałaçû, řawestabû!
serî nabuwe koşî xeyał
bîrî le jîn ekirdewe!
deng û çirîkey bałindekan
le amêz û le nêw şax û pel û poyda,
tałî jînî le yadî ew ebirdewe!
qij û kezîy şane ekird destî şemał
be qetar û syaçemane
be ḧeyran û lore û hore û be gałegał!
darepîre, ber le mêjû
le nêw em xake řwa bû...
darepîre řîşey jînî
ta nêw diłî gabor û masîy kuta bû!
darepîre sed qonaxî dîbû be çaw
barubney sed karwanî řapêçabû
darepîre, ziryan û şexte û řeşebay
sedan keřet bezandibû!
darepîre wek êşkiçî deştî sûtaw
leser lûtkey qełakey xoy řawesta bû!
deştî sûtaw
geway şeř û têkhełçûnî sedan carî
dar û zistanî milhûř bû!
ewey paşekşêy ekird
her zistanî gij û diř bû!
werzêkî tał
řojêkî řeş...
darepîre, serî nabuwe koşî xeyał
ba, lapeřey gełakanî
wek kitêbî konî mêjû eda lawe
řûdawanî yeke yeke
be gwêy deşta exwêndewe
wirey deştî
le nêw xwênî řûdawana ejwêndewe!
ferman dira... ferman dira...
darepîre biqłîşênin
kotey encin encin ken û
bo zistanî sobey koşkî fermanřewa
řeg û řîşey derbihênin
ferman dira, leber ewey
darepîre penay yaxî û cerdekane
leber ewey sêberî wî
mołgey gełałe û pîlane
leber ewey hêndê bałindey naferman
kirdûyane be hêlane
pał û pesêw darepîre
metrîzî yaxîyekane!
bîqłîşênin, hełîpaçin
çîlkey ken û...
be sêdarey yaxîbûnya hełîwasin!
***
das û kotik û tewer hatin
le sêberî darepîre
îstêkyan kird
çawyan gêřa
darepîre, wek berdî řeq
xoy bo zebrî das û kotik û tewer û çîtir amade ekird!
xêłî dujmin,
be heřeşe û gelekome
huruwjimyan bo darepîre bird!
darepîre, gwêy neleqan
tenanet çawî nenûqan
qûłtir le caran demarî,
be nêw naxî xaka çeqan!
xêłî dujmin, mandû bûn û
le sêberî darepîre řakşan û
kewtine řawêj û tegbîran
gewrekeyan witî: yaran
wek kurd ełê:
«darê pwazî le xoy nebê qed naqłîşê!»
bîruřatan ko kenewe, naşê nebê!
pwazê le xoy peyda keyn û daytaşin û
îtir êwe kartan nebê!
***
kewtine geřan...
emla geřan, ewla geřan
le encama, berçawyan kewt
liqê sûtaw!
řeq û teq û řeng bizirkaw
lar û gêř û leber xoretaw hełqirçaw
lawaz û bê ber û geła
xwêřî, naḧez û berełła!
wityan: xoye...
dyare debê be arezû hełîqłaşîn
bew core wa mebestimane
bo gyan em dare daytaşîn!
liqyan biřî.
liqî lar û xwar û xêç û bê emegyan
be bełînî diro kiřî!
dayantaşî,
tîjyan kird û...
bû be pwaz!
wityan pêy çon xeyanet ka...
hore kewte ber demyan û...
pîredaryan gemaro da.
darepîre henasey sardî hełkêşa
witî: liqe, meřo mebe be daredest
qey naka her mawet mawe...
baweşî min hêşta bo to awełaye!
legełma be leberamber em bełaye!
meřo liqe! cêm mehêłe
deştî sewzî bawanî xot
be amûr û nîrî bêgane mekêłe!
bełam horey wîjdan topîw û
pûzey têjî na ser sîngî darepîre
em care dar witî: pwaz!
wergeřêwe bo xot ełêm
min namirim...
le ewpeřî mergîşewe her dêmewe!
mêjû ḧukimit leser eda
dujmin xakî xeyanetit beser eka
firîw mexo, dawî neyar bipçiřêne
tif le sîmay ’ernemût ke
hełbirûske û çawî dujmin qaławpût ke!
pwaz witî:
îtir min ew liqe leř û lawaze nîm
temaşam ke, bizane çîm
řêzim egirin, qedirim heye
camey řengîn bo sertapay bałam ebiřn
bełên waye bimken be destey xencerî
ber piştiwênî fermanřewa!
min çîm dawe le yaxîbûn
nazanim le xebat dijî serma û sołe û
mafî řewa!
îtir pare û parû le lam her wek kaye!
zigim têre û camey zêřîn leber ekem!
qed nemdîwî, nayştinasim
řegez çîye? bawan kame...
zêd û wiłat lelam baye...
xo weḧşî nîm, êwemanan
le em yał û dund û çyaye!
temaşa ke, çende lûs û cwan û şengim
çende tîjim
kê ezanê min ew liqe hełqirçawem!
helî wa qet dest nakewê
leser ferman detkujim û
daxim be serta eřêjim!
***
pwazî neyar... wek segî har
qepî kirde naqî dara
xêra hatin daryan da ber
darepîre lenêw xwêna
em wişaney hate zara...
min namirim... lenaw xwêna ejêmewe
wek çuzere û çiro leser lûtkey xomda deřwêmewe.
darekeyan binbiř kird û
bo agirî kûrey koşkî sułtanyan bird.
řêy kewtin û pwaz witî: ey min naben?
gewrekeyan witî: laço...
laço leber çawim bogen!
qet nemdîwe xayn bexo
bêjge horey sipłe wek to
tifî lêkird...
be şepan û têhełdan
fiřêy daye nêw zibłidan!
***
ewan çûn û...
dway şîngêřî darepîre
miqo miqo kewte çya...!
bałindekan hewałêkyan bo yek ebird!
pîrozbayî serkewtinyan le yek ekird!
witim çîye? çî qewmawe?
ledway mergî darepîre
cige xwên û eşk û matem
çîman mawe?
wityan: nabê bîdirkênîn
nihênî û řemz û řaze:
debê be çaw xot bîbînî!
katê çûme ser mezarî darepîre
be çawî xom ewem bînî
gopke û çûzey çetrî taze!