karwan, karwan
Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
2 Xulek
951 Dîtin
karwan, karwan!
kê nustuwe, kê bêdare?
em řêgayey pêyda deçin...
her řêga konekey pare!
dewr û bertan gurge lûre
çeqeł kasey ser û goştî diłtan exwat
ewende tarîkî çiře
cindoke korpetan dedzê
pê nazanin!
çawtan le naw tarîkîda
ta em xware heter nakat!
bîrtan asmanêkî teske
hênde berçawtan tarîke
nazanin řoj le asoy kam pêdeştewe!
ser hełdênê.
her be teşîye koneketan deyřêsin û
le bîrî nwê, sił û sirkin...
her eřon û her be naxî qûłî zułmeta řo deçin!
çirakanîş kiz esûtên
hêndê çirayş çawî gurgin!
karwan... karwan!
ho karwanî ser lê şêwaw!
le şewgarî engusteçaw
goçanî şik delaqeyek nakatewe!
meşẍeł meşẍeł...
meşẍełî bîr
çiray endîşetan hełken
řêga û řewtê hengawekantan bigořn.
em řêgayey pêyda deřon
zor karwanî pêda řoyî û nehatewe
karwan, karwan...!
bo kwê deřon?!
em hewrazey mêrûle
pêda řêkçetan bestuwe
detanbate hełdêrekey sałî pêşû
ew binareş
wa be êsk û kasey sertan dapoşrawe
degatewe befreçałî kilîley řindû
karwan... karwan!
řêgay taze bidoznewe...
kê nustuwe, kê bêdare?
em řêgayey pêyda deçin...
her řêga konekey pare!
dewr û bertan gurge lûre
çeqeł kasey ser û goştî diłtan exwat
ewende tarîkî çiře
cindoke korpetan dedzê
pê nazanin!
çawtan le naw tarîkîda
ta em xware heter nakat!
bîrtan asmanêkî teske
hênde berçawtan tarîke
nazanin řoj le asoy kam pêdeştewe!
ser hełdênê.
her be teşîye koneketan deyřêsin û
le bîrî nwê, sił û sirkin...
her eřon û her be naxî qûłî zułmeta řo deçin!
çirakanîş kiz esûtên
hêndê çirayş çawî gurgin!
karwan... karwan!
ho karwanî ser lê şêwaw!
le şewgarî engusteçaw
goçanî şik delaqeyek nakatewe!
meşẍeł meşẍeł...
meşẍełî bîr
çiray endîşetan hełken
řêga û řewtê hengawekantan bigořn.
em řêgayey pêyda deřon
zor karwanî pêda řoyî û nehatewe
karwan, karwan...!
bo kwê deřon?!
em hewrazey mêrûle
pêda řêkçetan bestuwe
detanbate hełdêrekey sałî pêşû
ew binareş
wa be êsk û kasey sertan dapoşrawe
degatewe befreçałî kilîley řindû
karwan... karwan!
řêgay taze bidoznewe...