axawtin le ewîn

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 2 Xulek  420 Dîtin
detewê, le ewîn bipeyvî?
řaweste ba bizanim,
le piştî derkewe
kołeyan lê negirtûyn?
amaje zimanî ewîne û
hîç bekire şovarêk nazanê
jwangeman le kwêye
eger her mitmane be çawî yek bikeyn!
pêxawis řê meke gyanekem!
em xake awis be dûpşike
ger nustî kepenk leber ke
syasał mar zore
destim lê ber mede
her destê megûşe, gyanekem!
le nêw zor qołda mar
papokey bestuwe!
***
leber ew pencere meweste gyanekem!
tarîkî kiraseket řeş dekat
agat le zarit bê
ba, nakaw hełdekat
peyv sûke ba deybat!
***
bo asman meřwane, gyanekem!
lemêje mang lenêw
hewrêkî dêw came’asayî
esîre
şewe şew gyanekem!
çirayek bihêne
bigeřêyn, ba bizanîyn,
ew şew çend estêrey çawgeşyan
le xakda çanduwe!
***
meyje řeş bo dinya deřwanê!
min dûpişk gestûmî
azarim çêştuwe
dezanim çizî mar çilone
be jarî pîranim kirduwe!
biřwane, seranser peykerim,
cêy zame!
biloqî meçekim...
cêy kełbey kelebçe û
tewêłî piřçînim
şwên hêłî gasnî zemane!
meyje řeş bo dinya deřwanê!