’ezret

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  393 Dîtin
ewende jîn samnak û tifit û tałe
ewende řêm sext û piř diřk û dałe
ewnde dił, kewtote ber pelamar
gyanim piře le zexim û êş û azar
hênde hîwa û awatim hełpiřûka
piştim le jêr barî xema piřûka
hênde xozge û tase û ḧezim naştuwe
hemûm be xwên, be firmêskim şuştuwe
ewendeyan xencer le gyanim çeqan
zûxî hezar biloqî xemyan teqan
hênde daxî xemyan çizan be cerga
(le ’ezreta baweş ekem be merga)