min û to

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  560 Dîtin
dû hêłî terîb
le kam qonaxî deştî jyana
destî yek degirin?
estêre pol pol
le jwangey sûrî kazîwe demirin
nagen be řoj û
be polûy kwanûy yekem hewarî hetaw
desûtin!
çaweřwan mebe
min wek payîz û
řûm le zistane
toyş beharêkî
xunçey jyanit berew pişkûtin!