pirsyar
Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
1 Xulek
675 Dîtin
kê ber hetawî girtuwe?
ey bo gułê napşikiwê?
ey em befre piř le kirme
bo heta dê zyad eka û natwêtewe?!
werzî sardî syasałe
be guřîn û hewre tirîşqe nebê hergîz
quflê jeng girtûy em derke
nakirêtewe
kam destî řeş
qijî tarîkî şewgarî
bo řayexî xewî em xake řistuwe
gerûy zewî girêçne
henasey xak ḧepesawe
kê derwazey sałî tazey daxsituwe!
ey bo gułê napşikiwê?
ey em befre piř le kirme
bo heta dê zyad eka û natwêtewe?!
werzî sardî syasałe
be guřîn û hewre tirîşqe nebê hergîz
quflê jeng girtûy em derke
nakirêtewe
kam destî řeş
qijî tarîkî şewgarî
bo řayexî xewî em xake řistuwe
gerûy zewî girêçne
henasey xak ḧepesawe
kê derwazey sałî tazey daxsituwe!