dwayîn name

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  396 Dîtin
dwayîn namem
pełe hewrêkî diłtenge
be axî dił axnirawe!
wişekanî
diłop diłop
be xwên, be esrîn, nûsrawe!
katê name hewrînekem dekeytewe
agat lê bê
sîng û berokit teř nebê
hendê wişem
tînûn, tamezrun, bedfeřn!
çimkî dawêneket hełke
neka wişey xwên sûrî ka
axir polîs, maweyeke
bo qatłî min degeřên!