dû tabloy jyan

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  481 Dîtin
1
çaweřwanîn!
hemû katekanî jînman
çaweřwanî řûdawêkîn
řûdawekan řû deden û
ême herwa çaweřwanîn!
le dayk bûn, řûdawêke
mirdin řûdawêkî dîke
jîn metirsî nêwan ew dû řûdaweye!
2
jyan, xacêkî girane
min, wek ’îsa
berew girdî yaxî bûnim
kêşî dekem!
yan gaşeberdî tawane
min wek sîzîf
le binarî mindałîyewe
heta lûtkey mergî debem!
herçend barim zor girane û
hezar sałe
em hewraze tûşe debiřim
bełam şadim
ke ser’encam
le culcutay ’îşqa demirim!