tarawge

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  908 Dîtin
derfet nemawe
cîhan be heştaw
berew seretay degeřêtewe!
xwakanî zewî,
defrî asmanyan
le estêre û řoj, le mang datekan.
werz le qonaxî xoy řapeřîwe
şêwawe û zeman
desûřêtewe be dewr medarî mirdina, dinya...
berew kwê deben?
bo kam tarawge
bo kam mergecař
însanî tenya?!
***
le hemû lawe...
řûbarî xwêne
deřjête deryay qûłî sedey bîst!
řêgey řizgarî mirov besrawe
lem kewîreda,
şeket û mandû
řû le her layê dekey serabe
baranî derd û řence debarê
bo bałindey dîl, perwaz xewnêke û
asman qorxe
zewî bist be bist
tepkey destikird û tamûsk û dawe!