quley qafî awat
Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
2 Xulek
763 Dîtin
şeket, nuqmî toz û ẍubarî byabanî kakî be kakî
egerçî şełałî xunawî sipêdey ewînim
miley tûşî jîne le řêma were
legełmabe lem sexte hewraze berze
ke astenge řêye û deřom her şeqawê be çingekřê
be anîşk û ejno
çiqłeşîne bizmare, hewa jar, řêge mekoy mare
min çespî zewî
meger her be e’cazî cezmî ewîn serkewm
lem hezar û hezare!
çilon řê bipêwim
be widmî çi hêzê?
degem bew hewarey ke hobey ewîne
ke dił xeste, dîle, be zincîrî ’eşqit dirawe şetek!
swar, çarenûse
leẍawî jyanim dekêşê
berew nadyarî
we min řodeçim, her berew naxî zułmet
dełêy wek tifêkim
hełmidawê bo nêw mezarî nebûn em zewîne!
bełam min
ke dananewênim le hember fełekda serim
şeřengîz û yaxîm le merg û neman
heta ceẍzî mêrgî be eşk awdirawî derey sewzî jîn
her deřom û deřom
tenanet eger bê be tałane xencer zewîn û zeman!
berew řûme dê lem binare, peyapey
le her lawe tawêr
egerçî jyanî be em çeşne řijde
wekû kekire tałe
berew jûre, bo dunde řêgem
hetakû leẍawî mebestim
le zarî çyako nebestim
hedadan û westan
meḧałe, meḧałe!
we gułxenderane mebestim
řwawe le popey quley qafî awat!
debê zîn le kołî miley tûşî jîn kem
biřom û newestan bibê be diruşmim
xułî boř û mirdin le çawî felek kem
biřom takû eşkê řikey teskî dîlî
be quwey ewîn gořepanî fełek kem
be şanoy semay řoḧ
le ’astî beşerda
cîhan mêwe, dekirê bigořdirê be herçî
deřûxênêm em nezme
dekarim, dekarim
cîhanêkî dîke bixulqênim emma
eger bêy legełma!
egerçî şełałî xunawî sipêdey ewînim
miley tûşî jîne le řêma were
legełmabe lem sexte hewraze berze
ke astenge řêye û deřom her şeqawê be çingekřê
be anîşk û ejno
çiqłeşîne bizmare, hewa jar, řêge mekoy mare
min çespî zewî
meger her be e’cazî cezmî ewîn serkewm
lem hezar û hezare!
çilon řê bipêwim
be widmî çi hêzê?
degem bew hewarey ke hobey ewîne
ke dił xeste, dîle, be zincîrî ’eşqit dirawe şetek!
swar, çarenûse
leẍawî jyanim dekêşê
berew nadyarî
we min řodeçim, her berew naxî zułmet
dełêy wek tifêkim
hełmidawê bo nêw mezarî nebûn em zewîne!
bełam min
ke dananewênim le hember fełekda serim
şeřengîz û yaxîm le merg û neman
heta ceẍzî mêrgî be eşk awdirawî derey sewzî jîn
her deřom û deřom
tenanet eger bê be tałane xencer zewîn û zeman!
berew řûme dê lem binare, peyapey
le her lawe tawêr
egerçî jyanî be em çeşne řijde
wekû kekire tałe
berew jûre, bo dunde řêgem
hetakû leẍawî mebestim
le zarî çyako nebestim
hedadan û westan
meḧałe, meḧałe!
we gułxenderane mebestim
řwawe le popey quley qafî awat!
debê zîn le kołî miley tûşî jîn kem
biřom û newestan bibê be diruşmim
xułî boř û mirdin le çawî felek kem
biřom takû eşkê řikey teskî dîlî
be quwey ewîn gořepanî fełek kem
be şanoy semay řoḧ
le ’astî beşerda
cîhan mêwe, dekirê bigořdirê be herçî
deřûxênêm em nezme
dekarim, dekarim
cîhanêkî dîke bixulqênim emma
eger bêy legełma!