derfet

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  886 Dîtin
min zor le ẍerîbî detirsim
were ba baweşt bikem be nîştiman
be werzî ziryanda řet debim
heta dêm hestimewe
şepolê beserma deřûxê
emxate gêjenî bê aman!
heta çaw biř ekat
şepol û gêjawe
dest kurtitir lewem ke
le papoř danîşim
belemî hîwaşim şikawe!
were wek benderê
amêzit bike be lengerm
tenyayî destiřêjim lê ekat
min zor le ẍerîbî detirsim
bangim ke...
ba ewîn bikem be sengerm
şikawe, şikawe...
belemî necatim şikawe
min bonî heło le henasey bay ziryan debîstim
wa dyare bo kotir derfetê nemawe