hełebce
Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
1 Xulek
830 Dîtin
hełebce
zamîkî nasore
her zûxî lê etkê
eřjête naw gomî ginxawî wîjdanî sedey bîst!
hawarî hełebce
asmanî řaçłekand
xwa tif û le’netî le sîmay zewî kird
mûyek le laşey em de’baye nebzût
dinyay keř hawarî pênc hezar pepûley
dîlî nêw dozexî şeytanî her nebîst!
le mêjû bipirsin
newrozî kam wiłat
awrî be kogay qijî xaw
birjangî çawî cwan
kakoł û perçemî mindałî sawaye!
eme ne akamî akarî xomane û
ne destî çarenûs
yasay destikirdî bedxiwakanî zewîne
le asman bipirsin
zewînî piř tawan
bestênî cewlanî kam xwaye?
hełebce!
hawarî însane
însanî bê pena û tenyay em zemane
wek řewe askêke, bê dałde
le hemû layekewe distiřêjî lê eken
bo her la řû deka, her tełe û her dawe!
hełebce, şikatî gelêke
wiłat be wiłat û şar be şar deygêřim
nazanim le kame dadgay ’adłida, wek tifêk
tejî le nefret û řiq û qîn
hełîdawême nêw çawanî em qeřne bednawe!
zamîkî nasore
her zûxî lê etkê
eřjête naw gomî ginxawî wîjdanî sedey bîst!
hawarî hełebce
asmanî řaçłekand
xwa tif û le’netî le sîmay zewî kird
mûyek le laşey em de’baye nebzût
dinyay keř hawarî pênc hezar pepûley
dîlî nêw dozexî şeytanî her nebîst!
le mêjû bipirsin
newrozî kam wiłat
awrî be kogay qijî xaw
birjangî çawî cwan
kakoł û perçemî mindałî sawaye!
eme ne akamî akarî xomane û
ne destî çarenûs
yasay destikirdî bedxiwakanî zewîne
le asman bipirsin
zewînî piř tawan
bestênî cewlanî kam xwaye?
hełebce!
hawarî însane
însanî bê pena û tenyay em zemane
wek řewe askêke, bê dałde
le hemû layekewe distiřêjî lê eken
bo her la řû deka, her tełe û her dawe!
hełebce, şikatî gelêke
wiłat be wiłat û şar be şar deygêřim
nazanim le kame dadgay ’adłida, wek tifêk
tejî le nefret û řiq û qîn
hełîdawême nêw çawanî em qeřne bednawe!