awat

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  497 Dîtin
lêt pirsîwim çonim lem bendîxane
xem dexom û azar deçêjim gyane
azarî em gořîçke neybezandûm
le ḧejmetî feraqî toye mandûm
bo her layê espî xeyał de’ajom
her řû le to deka diłey xemajom
perîy çawî to destî lê weşandûm
şêtî kirdûm û toy le dił nexşandûm
her çende min hełoy eşkeste bałim
hêşta beser aqarî xoma załim
wek qendîl û hełgurd û pîremegrûn
serî berzim dananewê bo gerdûn
lewetî to bûy be yar û girawim
be zincîrî ewîn şetek dirawim
ey kenîşke cwanekey xway diłdarî
şakarî piř le nexiş û wirdekarî
zamî nasorî em diłe xem řêje
be hetwanî maçêkî to sařêje