pûrey ewîn
Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
1 Xulek
815 Dîtin
wajekan wekû heng
le baxî îlhamda
yektirîn nanasin
dest le mil yek naken:
yek nagirin, bêganen, mil naden
gerçî gişt, awsî awbaren!
gyanekem!
yadî to wek şaney hengiwêne
xêłî heng nîştiman perestin
ke şiney bay ewîn heł’eka
řadeken, be pele...
destî yek degirin û
be dewrta gişt pûre debestin!
le baxî îlhamda
yektirîn nanasin
dest le mil yek naken:
yek nagirin, bêganen, mil naden
gerçî gişt, awsî awbaren!
gyanekem!
yadî to wek şaney hengiwêne
xêłî heng nîştiman perestin
ke şiney bay ewîn heł’eka
řadeken, be pele...
destî yek degirin û
be dewrta gişt pûre debestin!