min řewtenîm

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  860 Dîtin
min tarîkim wek şewezeng
to gyanî tîşkî, řûnakî
min řûbarim
na’aram û piř le xiroş
to wek derya
meng û xamoş û samnakî!
le dozexî ’îşqî xota bimsûtêne
min cennetî çawî to be beheştî xwa nagořmewe
řoḧî yaxîm desemo ke
ba çewaşey hełdêr nebim
to tewerey ceẍzî jînî
min her be dewr ’îşqî toda dexulêmewe
eme dwayîn care dejîm
min xidir nîm
tawê, tenya tawê le lat dadenîşim
małit awa, min řewtenîm.