ax baran

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  570 Dîtin
çendî mawe?
ta pełey em řoḧe dîle qaqřem, çen werz
hewrî çen payîzî xwênawî?
em kewîre takû asman...
hênde dûre, destî baran
nageyête naxî xinkawî!
em gułe nîlûpeřey jakawî destî lim
ta kemerçînî esîrî zibił û załî pîsî zelkawe!
hewł eda xoy hełkişêt û
lem sinûre temtumane têpeřê ta ewpeřî gerdûn!
dest û bałî hełbiřîwe, řû be tîşkî řoj
řîşe ta naxî quř û lîte
çen hezar awatî sewzî lem sya estêre xinkawe!
ax baran!
key debête lêzmebaranê
çî kelakî bogenîwî xakperwer
lem zewîne řoḧ kujey bednawe řamałê
her diřû deřwê
xêłî guł kewtûne ber şellaxî bahoz û
herçî şînawerde, jakawe
xak laney mar û dûpşike
asmanîş qorxî dałe
ax baran!
key debête lêzmebaranê
gyanî taze xate ber em jîne ginxawe