xewn ebînim, yan bêdarim

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 2 Xulek  640 Dîtin
şiłêwey ekird
befir û baran, tof û kiřêwe
řêgey małyan lê win kirdim
le naw gêjî boranêkî syasała çewaşe bûm
tofan pałî pêwe enam
xom nazanim bo kwê eçûm!
dinya tarîk û nûtek bû
řêm ekird û werz egořa
ne çawî řoḧim deybînî
ne çawî dił...
be naw çiqła eřoyştim
hemû cestem birîndar bû
le dest û pêm xwên eçořa
dełêy destêk řaydekêşam
be xom nebû... bê dest û pê
be şwên çarenûsa ekşam!
hawarêkî piř le nifret
wek zirîkey řoḧêk le piř:
hełdêr, hełdêr!
pêłwekanim lêk tirazan
le tirupkî azarêkda řawesta bûm
řoḧim řeş, řeş hełgeřa bû
dił nuqmî xwên
herdû çawim wek dû gomî lîxin wabû
bêřeng, bêřeng
le naw cergey tem û mijêkî xesta bûm!
êre kwêye?!
le xom pirsî!
min çon lêre gîrsamewe?
kwanê esp û qełemekem?!
min xo berew peřpeřûçkey asman eçûm?
be wişey tîşk
qisem le geł şewa ekird
dijî ziryan û şexte bûm
sîngim piř bû le birûske
řoḧim wek řoj le naw derûnma edrewşa
qełemekem, be tîşk, be agir piř ekird!
namey diłdaranim pê bû
bo xwa, bo asman, bo siruşt
bo baregay ’eşqim ebird!
êre kwêye?!
key geyştime em hełdêre?!
çon bû serim şoř bibwewe berew binar?
xo min bałam be qed bałay kwêstan berz bû
çon em gêj û em ziryane hełîgirim?
xo min gomî şewezengim eşłeqan be berdî hawar!
xewn ebînim yan bêdarim
em zelkawe key mebest û amancim bû
min diłopî xwênî geşî zamî sîngî nîştiman bûm
berew derya eçû řoḧî wek řûbarim
êre kwêye?
xewn ebînim yan bêdarim?