pełeng û mang

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  570 Dîtin
pełeng le ser çyay awat
legeł tirîfey mangeşewa
yarî ekird!
dinya piř bû le xeyał û ḧez û tase
guřtawî şem bo pepûle
sirtey masî le geł řûbar
xurpey diłî gułebax û
çirpey pay heng.
le nakawa...
hełzinaye bałay çya
şirîxey tifeng
řuxsarî mang hełpirûka
le amêzî sûrî çya
bû be asoy hawarî xwên
giłkoy pełeng