bangim deken

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  629 Dîtin
ber le mêjûy teqînewey em cîhane
asmanî pîr
efsaney dahatûy zewînî
be gwêy gerdûna eçirpand
pełehewrêkî çewaşe,
diłî piř bû!
min diłopê lew giryanem
ke le çawî hewr tikam
řołey awarey ziryanim
le sîlsiley řoḧî awim!
tenya û ẍerîb
nîştimanim beqed mewday merg û jyan, le min dûre
be zincîrî temen le em gořxaneda dîl kirawim!
hawar ekem
taseyekî lêw şeqarim
tînû, tînû, lem kewîre becêmawim!
bo serçawem bigêřnewe
lem wiłate namoyeda
wek topêkî şiř û şîtał
we ber laq û şeqî çarenûs dirawim!
řoḧim lenaw řikey leşma ezrîkênê
em bałinde bałişkawe
bîrewerîy asmanî berz, peřpeřûçke û...
teqłebazîy samałî xway hergîz lebîr naçêtewe!
bangim deken
gwê řadêrin, bangim deken!
zerya, şepołî çewaşe
hewr, diłopî aware
asman, bałindey esîr û
minîş yekê bangim deka
dengî pê dê, dengî pê dê.
zayełey dengî pê merge, le dałanî diłmewe dê
hengaw, hengaw, nîzîk be gyan debêtewe!