xunçey sîs

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  1915 Dîtin
dîtim lenaw dar û dewen
leser çiłî sûre gułêk
hełkurmabû, deykird şîwen
berî beyanî bulbulêk
gutim ey melî diłsûtaw
çîye, bo denałî betaw?
ke nałînit bo eweye
gułit wa zû hełwerîwe
ew nałîne bê faydeye
bo çî nazanî, netdîwe?
guł hefte nabate serê
sîs debît û hełdewerê
wełamî damewe bulbul
be şêneyî, bekawexo
gutî nanałênim bo guł
ke sîs buwe, dezanî bo?
ew ’umrêkî řabwarduwe
pişkûtuwe ca sîs buwe
nałînî min bo xunçeye
bo xunçe peşêwe ḧałim
ew daxe le diłimda heye
boye hemîşe denałim
ew, pêş pişkûtin sîs buwe
becwanemergî mirduwe